Di pevçûnên li hember artêşa Tirk de herî kêm 4 leşker hatin kuştin

HPG’ê ragihand ku di pevçûnên navbera rojên 23 – 25’ê Tebaxê yên li hember artêşa Tirk de rû dane û di çalakiyên hatine lidarxistin de herî kêm 4 leşker hatin kuştin.

Li gorî daxuyaniya ji aliyê Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê ve hat ragihandin, gerîlayên HPG’ê di nava du rojan de li gelek navenda çalakî li hemberî leşkerên Tirk li dar xistine. Di çalakiyan de herî kêm 4 leşker hatine kuştin. HPG’ê ragihand ku di hejmara mirî û birîndaran ên di rêzeçalakiyeke li hemberî artêşa Tirk hat lidarxistin de jî nehatiye zelalkirin.

‘LI ŞEMZÎNAN 2 LEŞKER HATIN KUŞTIN’

Roja 24’ê Tebaxê li derdora saet 06:30’an de gerîlayên me çalakiyeke sabotajê li hemberî wesayîtên zirxî yên ji Tûgaya Şemzînan diçûn Alaya Garê li dar xistine. Di çalakiya ku wesayîteke zirxî bi temamî hat îmhakirin û ya din jî hat derbkirin de 2 leşker hatin kuştin, 4 leşker jî birîndar bûne.

‘LI OREMARÊ TANKEK HAT DERBKIRIN’

Gerîlayên ku duh saet li derdora 14:00’an de çalakiyek li hemberî girekî girêdayî qereqola Oremarê ya girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê li dar xistine û di vê çalakiyê de tankek bi awayê bi bandor hatiye derbkirin. Di çalakiya ku tank hatiye derbkirin li çeperê jî şewat derketiye û leşkerên ku li pêşiya tankê kom bûne jî bi çekên giran hatine hedefgirtin. Windahiyên artêşa Tirk ên vê çalakiyê jî nehatiye zelalkirin.

‘LI HEFTENÎNÊ ÇALAKÎ’

Roja 23’ê Tebaxê gerîlayên HPG’ê çalakiyek li hemberî kûleya qereqola Tepê Şivan a li ser xeta sînor a herêma Heftanînê li dar xistine. Gerîlayan kuleya ku 5 leşker têde hene bi çekên giran xistine, li hemberî vê çalakiyê jî artêşa Tirk gelek leşker danîne cihê bûyerê. Hejmara mirî û birîndarên di kûleyê de nehatine zelalkirin.

‘LI HEMBER QEREQOLA ŞKÊR ÇALAKÎ’

Gerîlayên HPG’ê duh di saet 14:00’an de qereqola Şkêr a li ser xeta sînor a herêma Zapê bi çekên giran û ferdî hedef girtine. Piştî çalakiyê qereqolê herêmên Latê Kewa û Teoê Kovî bi obus û hewanan bombebaran kiriye.

‘LI ŞAXÊ 2 LEŞKER HATIN KUŞTIN’

Roja 24’ê Tebaxê di saet 10:00’an de gerîlayên HPG’ê çalakiyek li hemberî qereqola Girêsor a girêdayî navçeya Şax a Wanê li dar xistine. Gerîlayan leşkerên li pêşiya qereqolê û yên li di çeperê de li ser çeka A-4 hedef girtine. Di çalakiyê de 2 leşker hatine kuştin û 2 leşker jî birîndar bûne.

‘ÇALAKIYA SABOTAJÊ LI HEMBERÎ ÇAVKANIYA AVÊ YA SANTRALA TERMÎK’

Gerîlayan çalakiya sabotajê li hemberî boriya çavkaniya avê ya Santrala Termîk a li bajaroka Bêspin a girêdayî navçeya Silopiya ya Şirnexê li dar xistine. Piştî çalakiyê xebata li santralê sekiniye û artêşa Tirk li herêmê operasyonek demkurt li dar xistine.

‘XETA ELEKTRÎKÊ HATIYE HEDEFGIRTIN’

Roja 24’ê Tebaxê di saet 20:30’an de gerîlayan çalakiyek li hemberî xetên elektrîkê ya li Sada ya girêdayî Mehsertê ya Mêrdînê û ya li gundê Cibilgirab a girêdayî navçeya Nisêbînê li dar xistine û her du xetên elektrîkê xera kirin.

‘ÎSTASYONA BAZÊ HAT HEDEFGIRTIN’

Roja 24’ê Tebaxê di saetên şevê de gerîlayan îstasyonên bazê yên Vodafonê û Turkcellê ya di navbera gundên Kanî Spî û Zivir ên girêdayî navçeya Dep a Elezîzê hedef girtine û îmha kirine.

‘LI QAMÛŞANÊ XETA BORIYÊ YA GAZA XWEZAYÎ HAT TEQANDIN’

Gerîlayên HPG’ê çalakiya ku duh şev li hemberî xeta boriyê ya gaza xwezayî ya li zozana navçeya Qamûşan a  Qersê de girt ser xwe. HPG’ê di daxuyaniya xwe de da zanîn ku şewata di xeta boriyê de piştî çalakiyê du saetan jî dewam kiriye.

‘PIRA DI NAVBERA EBEX Û BÊGIRIYÊ DE HAT ÎMHAKIRIN’

Gerîlayên HPG’ê di saetên vê sibê de çalakiyek sabotajê li hemberî pireke li ser rêya di navbera navçeya Ebex a Wanê û Bazîda Agiriyê li dar xistine. Di encama çalakiyê de 4 şerîdên pirê hatin rûxandin. Hat ragihandin ku li herêmê serweriya gerîlayan didome.

Her wiha HPG’ê da zanîn ku rêyên di navbera qereqolên Dêrsim – Pulûr, Dêrsim – Erzincan, Colemêrg – Çelê, Gever – Oremar, Gever – Geliyê Doskî, Mergezere – Şitaza û Mergezere – Oremarê de di bin kontrola gerîlayên wan de ye.

‘WESAYÎTA TEDAŞ’Ê HAT ÎMHAKIRIN’

Gerîlayên HPG’ê duh di saet 13:00’an de li navçeya Selîm a Qersê wesayîteke TEDAŞ’ê sekinandin û 7 telefona wezîfedaran û wesayît hat îmhakirin.

‘LI PILEMURIYEYÊ TEVGERA BALAFIRÊN ŞER’

Her wiha HPG’ê ragihand ku roja 24’ê Tebaxê saet di navbera 20:30 – 21:30’an de li ser herêma Geliyê Harçik ên girêdayî navenda navçeya Pilemuriyê ya Dêrsimê tevgera balafirên şer rû daye.