Gelê Colemêrgê li hember operasyonên qirkirina siyasî meşiya

Li Colemêrgê bi hezaran welatî ji bo şermezarkirina girtinan û şerê AKP’ê daye destpêkirin meşek li dar xistin.

Li Colemêrgê bi hezaran welatî ji bo şermezarkirina girtinan û şerê AKP’ê daye destpêkirin meşek li dar xistin. Rêveberê HDP’ê Suleyman Kaplan destnîşan kir ku Serokkomar Erdogan di qesra xwe de hespê xwe dibezîne lê bi dehan mirov ji bo qesra Erdogan jiyana xwe ji dest didin.

Li Colemêrgê bi pêşengiya Pêkhateyên Ked û Demokrasiyê ji bo şermezarkirina Hevşaredar Dîlek Hatipoglu, Nûrullah Çîftçî û Hevserokê Navenda Bajêr a HDP’ê Îsmail Sihat Kaya û ji bo şerê AKP’ê daye destpêkirin meşeke ku bi hezaran kes beşdar bû hat lidarxistin. Meş ji ber avahiya DBP’ê destpê kir û heya ber avahiya şaredariyê berdewam kir. Di meşê de pankartên ku li ser “Em şer naxwazin”, “Em êşa Yarbay parve dikin” û “Dest neavêje vîna min” hatin vekirin. Bi hezaran welatî bi yek dengî di meşê de dirûşmên “Tundî nikarin me bitirsinîn” û “Bê Serok jiyan nabe” berz kirin û bi fîkan deng derxistin.

Welatiyên sûkê jî bi dirûşman beşdarî meşê bûn û serkêşiya meşê jin û ciwanan kirin. Her wiha dema meş dest pê kir polîs û tîmên taybet li her kûçeyê sûkê bi maşîneyên zirxî girtin û li hin cihên bilind sekvanên tîmên taybet hatin bicihkirin.

Li gel zêdetirî 2 hezar kesî, Parlamenterê HDP’ê yê Colemêrgê Nihat Akdogan, rêveberên DBP û HDP’ê, endamên saziyên sivîl ên civakî beşdarî meşê bûn.

Tevî barana zêde girse dev ji meşa xwe berneda û di girseyê de li hemberî hikûmeta demkî ya AKP’ê hêrsek mezin hebû.

‘ERDOGAN HESPÊ XWE DIBEZÎNE, LÊ BI DEHAN MIROV TÊN KUŞTIN’

Li vir rêveberê HDP’ê Suleyman Kaplan daxuyanî xwend û diyar kir ku li gel mafên gelê kurd aşkera hatibûn vegotin hikumeta AKP’ê di pêvajoya çareseriyê de gavên erênî neavêt. Kaplan destnîşan kir ku hikumeta AKP’ê û bi taybetî Serokomar Erdogan ev pêvajo têk bir û wiha got: “Gelên Tirkiyeyê bi sekna xwe ya hilbijartina 7’ê Hezîranê nîşan dan ku ew saltanata Erdogan qebûl nakin. Erdogan li qesra xwe hespê xwe dibêzîne lê bi dehan mirov jiyana xwe ji dest didin.”

‘EV QÎRÎN WÊ QESRÊ HILWEŞÎNE’

Kaplan anî ziman ku gelê Kurd li gel zor û zehmetiyek mezin her tim têkoşîna xwe bilindtir kir û mezintir bû. Kaplan da zanîn ku ew bi feraseta înşaya jiyana nû azadiyê bi xwe re tînin û wiha berdewam kir: “Di bingehê de ji paradîgmaya me ditirsin. Êdî dayikên leşker û gerîlayan jî li hemberî şerê Erdogan disekinin. Ev qêrîn her çiqas bilind bibe dê qesr jî hilweşe.”

Kaplan girtina hevşaredaran jî şermezar kir û wiha bi dawî kir: “Em ê li hember girtin û kuştinan ji bo aştiyê biqîrin. Divê demildest tecrîda li ser Rêberê me rabe û rêvebirên me azad bibin.”

Girse piştî axaftinan bi dirûşman belav bû.