17 kesên li Tatosê hatibûn binçavkirin hatin girtin

Di serdegirtinên malan ên li taxên Tatosê de 17 kesên hatibûn binçavkirin, hatin girtin.

Di serdegirtinên malan ên li taxên Tatosê de  17 kesên hatibûn binçavkirin, hatin girtin.

17 kesên li navçeya Tatos a Erziromê di serdegirtinên malan de hatibûn binçavkirin, piştî midûriyeta polîsan a navçeyê sewqî dadgehê hatin kirin. 17 kesên bi daxwaza girtinê ji aliyê dozger ve sewqî dadgehê hatin kirin, bi îdîayên “alîkariya ji rêxistinê re” û “propagandaya rêxistinê kirine” hatin girtin û şandin Girtîgeha Tîpa H a Erziromê.