Li çiyayê Kizwanan şervanekî YPG’ê jiyana xwe ji dest da

Di êrîşa çeteyan a li hember qûntarên çiyayê Kizwanan şervanekî YPG’ê jiyana xwe ji dest da.

Di êrîşa çeteyan a li hember qûntarên çiyayê Kizwanan şervanekî YPG’ê jiyana xwe ji dest da.

Navenda Çapemeniya YPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku çeteyên DAIŞ’ê li çiyayê Kizwanan êrîşî şervanên YPG’ê kirine, piştî ku şervanên YPG’ê bersiva çeteyan dan neçar man ji herêmê birevin.

Daxuyaniya fermî ya malpera YPG’ê wiha ye:

“Çeteyên DAIŞ’ê duh di saetên sibehê de li quntarên çiyaye Kizwanan êrîşek li dar xistin. Êrîş, li hember yekîneke me ku bi xebatên binesazî we erkdar bûn hat lidarxistin. Piştî hêzên me bersiv dan çeteyan li qadê pevçûneke demkurt hat jiyîn û çete neçar man ji qadê birevin. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan nehatiye zelalkirin.

Di avetina guleyên destpêke ya çeteyan de rêhevalekî me gihişt şehadete.”