Careke din li Herêma Şehîd Kendal pevçûnan destpê kir

Li herêma Şehîd Kendal a li sînorê Başûrê Kurdistanê ya Roboskî şer û pevçûnan ji nû ve destpê kir.

Li herêma Şehîd Kendal a li sînorê Başûrê Kurdistanê yê Roboskî şer û pevçûnan ji nû ve destpê kir.

Artêşa Tirk a xwest bi tank û wesayîtên kar ji nû ve li herêma Şehîd Kendal a li sînorê Başûrê Kurdistanê operasyonê li dar bixe, li ser bersiva gerîlayên HPG’ê şer û pevçûnan destpê kir. Li herêma ku artêşa Tirk danê êvarî bi pêgerên hewayî herêm bi awayekî zêde da ber topan di navbera gerîlayên HPG’ê û leşkeran de şer û pevçûnan rû da.

Ji danê êvarî ve ku pevçûn didomin tevgera hewayî û topbarana li hember herêmê dewam dike.