Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê nasnameya 4 gerîlayên ku di encama bomberdûmanên bi obus-hewan û hewayî yên artêşa Tirk li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê de jiyana xwe ji dest dane aşkera kir.
ANF
BEHDÎNAN
sêşem, 25 gelawêjê 2015, 15:36
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê nasnameya 4 gerîlayên di encama bomberdûmanên bi obus-hewan û hewayî yên artêşa Tirk yên di demên cuda yên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê de jiyana xwe ji dest dane aşkera kir. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin, “Ji ber ku agahiyên der barê hevalên me yên şehîd de nû gihiştine destê me, em niha daxuyaniya xwe didin. Em çar hevrêyên xwe yên egîd ku gelê Kurdistanê bi hesten kûr ên welatparêziyê mezin kir û bi ruhê berxwedêr di nava refên têkoşînê de seferber kir bi rêz û hurmet bi bîr tînin. Hevalên me Kurtay (Vedat Temel), Nûman (Huseyîn Ensarî), Ûmût (Mazlûm Îşler) Merwan (Ronat Sonecek) ên di nava refên me de bi fedakarî, kedkarî, jêhatî û zindî dihatin naskirin û bûne hevalên me yên mînak. Em diyar dikin ku meşa serketinê ya teqez a çar hevalên me yên ku xwe bi perwerdeya jiyana azad a Rêber Apo pêş xistine, bihêz kirine û di terzê gerîla yê di dema nû de bûne xwedî tecrube dewrî me kirine bigihînin serketinê.”
‘AGAHIYÊN NASNAMEYÊN 4 GERÎLAYÊN JIYANA XWE JI DEST DANE’
Agahiyên nasnameyên gerîlayên jiyana xwe ji dest dane wiha ne:
Nasnav: Kurtay Feraşîn
Nav û Paşnav: Vedat Temel
Cihê Jidayikbûnê: Colemêrg
Navê Dayik û Bav: Heybet - Hesin
Cih û Dîroka Şehadetê: Tebax 2015 / Herêmên Parastinê yên Medyayê
*****
Nasnav: Nûman Amed
Nav û Paşnav: Huseyîn Ensarî
Cihê Jidayikbûnê: Amed
Navê Dayik û Bav: Hacîre - Nûrettîn
Cih û Dîroka Şehadetê: Tebax 2015 / Herêmên Parastinê yên Medyayê
*****
Nasnav: Ûmût Malazgîrt
Nav û Paşnav: Mazlûm Îşler
Cihê Jidayikbûnê: Wan
Navê Dayik û Bav: Bêrîvan - Şefîk
Cih û Dîroka Şehadetê: Tebax 2015 / Herêmên Parastinê yên Medyayê
*****
Nasnav: Merwan Farqîn
Nav û Paşnav: Ronat Sonecek
Cihê Jidayikbûnê: Amed
Navê Dayik û Bav: Îper - Ridvan
Cih û Dîroka Şehadetê: Tebax 2015 / Herêmên Parastinê yên Medyayê