Lêkolîna heyeta rojnamevanan didome

Heyeta rojnamevanan li Cizîrê û Silopiya lêkolîn kir.

Heyeta rojnamevanan li Cizîrê û Silopiya lêkolîn kir.

Heyeta rojnamevanan a ji bo polîtîkayên şer ên AKP’ê yên li Kurdistanê dimeşîne bibîne hat Amedê, li navçeyên Cizîrê û Silopiya yên Şirnexê lêkolîn kir.

Heyeta rojnamevanan a di encama polîtîkayên şer ên AKP'ê de tiştên li Kurdistanê rû didin li cihê wê lêkolîn bike hat Amedê, piştî Farqîn û Licê, li navçeyên Cizîr û Silopiya yên Şirnexê lêkolîn kir.Heyeta rojnamevanan a li Cizîrê lêkolîn kir, paşê derbasî Silopiya bû. Heyetê li navçeyê li Taxa Başak a 7’ê Tebaxê di encama êrîşa polîsan de bûyer derketin û 3 kes hatin qetilkirin lêkolîn kir.

Heyetê malbatên kesên hatine qetilkirin jî ziyaret kir, paşê li avahiya navçeyê ya HDP’ê bi hevserokên HDP û DBP’ê re hevdîtin pêk anî.

Piştî lêkolîn û hevdîtinan heyet ji navçeyê veqetiya.