Li Mîksê lehî rabû

Li navçeya Mîksê ya Wanê barana zêde bû sedema lehiyê. Tevayî cadeyên navçeyê ku di bin avê de man têkiliyên navçeyê bi Wan û gelek gundan re qut bû.

Li navçeya Mîksê ya Wanê barana zêde bû sedema lehiyê. Tevayî cadeyên navçeyê ku di bin avê de man têkiliyên navçeyê bi Wan û  gelek gundan re qut bû.

Li navçeya Mîksê ya Wanê barana ji duh ve dibare navçe veguherand xirbeyekê. Barana zêde ku bû sedema lehiyê Cadeya Navend û Cadeya Şehîdan ku texrîb bû, têkiliya di navbera Taxa Çatbayir û navçeyê qut bû.

Hevşaredarê Mîksê Mehmet Garîb Aykût ê têkildarî mijarê em pêre axivîn diyar kir ku piştî baranê li navçeyê texrîbateke mezin çêbûye. Aykût got: "Du cadeyên bingehîn ên navçeyê Cadeya Navend û Cadeya Şehîtler êdî nayê bikaranîn. Bi dehan wesayît û kargeh di bi avê de man. Gelek rêyên gundên me hatin girtin. Em niha nikarin pêwendiyan bi gundên me re bikin. Robar bi ser ve çûne pir xera kirine. Têkiliya me ya bi Wanê re qut bûye. Me bi Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê re dest bi xebatên tespîta zerarê û paqijkirinê kir. Windahiyên can nînin. Em di demeke kurt de bigihêjin gundên pêwendiyên me bi wan re qut bûne û em ê tespîta zeraran bikin.”

Hat diyarkirin li navçeya ku baranê bandora xwe kêm kiriye, lehiyê rê li ber zerareke mezin vekiriye.