Rojnamevan: Dewletê nexwest em bibînin bê li Farqînê çi rû didin
Koma rojnamevanên ku ji bo çavdêriya şerê li Kurdistanê bikin hatibûn Amedê daxuyand ku ji ber astengiya polîsan li Farqînê çavdêrî û lêkolînan nekirine.
Koma rojnamevanên ku ji bo çavdêriya şerê li Kurdistanê bikin hatibûn Amedê daxuyand ku ji ber astengiya polîsan li Farqînê çavdêrî û lêkolînan nekirine.
Koma rojnamevanên ku ji bo çavdêriya şerê li Kurdistanê bikin hatibûn Amedê daxuyand ku ji ber astengiya polîsan li Farqînê çavdêrî û lêkolînan nekirine.
Koma rojnamevanên ji Tirkiyeyê ku ji bo çavderiya êrîşên polîsan a li Farqînê û Licê lêkolîn bike hatibû Amedê, piştî lêkolînên xwe yên li Licê û Farqînê li Amedê li Dîes Otelê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de destpêkê Serokê Sendîkaya Çapemeniyê ya DÎSK'ê Faruk Eren axivî. Eren anî ziman ku ew ji bo li herêmê çi diqewime bibînin û ragihînin hatine û dixwazin ku rastiyên ku di çapemeniya alîgir de cih nagirin ragihînin raya giştî.
'EM HATIN ASTENGKIRIN'
Piştre Serokê Sendîqaya Rojnamevanên Tirkiyeyê (TGS) Ugur Guç anî ziman ku ji ber sansur û hewldanên tarîkirinê ew nizanin ku li herêmê çi diqewime û dema çûne Farqînê jî ji aliyê polîsan ve hatine asteng kirin. Guç wiha axivî: " Nehêştin em biçin cihê pevçûnê. Bi TOMA'yan reya me girtin û anonsa 'Eger hûn belav nebin em ê mudaxale bikin' kirin. Ji ber van zextan derfeta me çênebû ku em li Farqînê çavdêriyan bikin."
'KESÊ HERÎ MUHALÎF JÎ BÊDENG DIMÎNE'
Rojnamevana Mîlliyetê Mehveş Evîn jî diyar kir ku dema cara berê hatibû Amedê jî qedexeya derketina kolanan hebû û got der barê li bajarên Kurdistanê çi diqewimin de ti zanîna bajarên Tirkiyeyê nîne. Evîn wiha berdewam kir: "Niha rewşeke tirsê heye. Kesê herî muhalif jî dema gotin tê ser pevçûnan xwe bêdeng dike."
Rêveberê Weşana Giştî ya Rojnameya Evrenselê Fatîh Polat jî anî ziman dîrok bang li her kesî dike ku bere xwe bidin Kurdistanê ku şer berdewam dike. Polat destnîşan kir ku divê salên 90'î nebe qedera Tirkiyeyê û wiha berdewam kir: "Ev ji bo me tê wateya kuştina Îzzet Keze, Apê Musa. Em baş dizanin ku rojnamevanên vê dere di nav mercên zehmet de kar dikin." Polat diyar kir ku her çiqas ên şer rê ve dibin hewl bidin rojnamevanan asteng bikin jî, ew ji objektîfên rojnamevanan ditirsin.
'BIRYAR JI BO ROJNAMEVANAN HATIBÛ GIRTIN'
Hevserokê Cemîyeta Rojnamevanên Azad Hakki Boltan jî anî ziman ku li Farqînê derfeta lêkolîn û çavderiyê ji rojnamevanan re nehatiye dayîn û wiha got: "Rojnamevan dixwestin li cihê pevçûnê çi dibe, çi diqewime fem bikin û bi awayek objektîf ragihînin. Lê ji ber biryara qedexeya derketina kolanan ev hate asteng kirin. Te digot qey ev biryar ji bo rojnemevanan hatibû derxistin. An na bi ewlehiyê re ti eleqeya xwe tinebû."
Heyeta rojnamevanan wê çavderiyên xwe bike rapor û bi raya giştî re parve bike. Koma rojnamevanan di saetên sibê de ber bi navçeya Silopiya ya Şirnexê ve bi rê ketin.