Li Dusseldorf û Amsterdamê çalakiya edaletê
Ji bo aşkerakirina kiryarên komkujiya 9'ê Çileyê ya li Parîsê, li bajarê Elmanya Dusseldorf û li paytexta Hollanda Amsterdamê çalakî hatin lidarxistin.

DUSSELDORF
Di çalakiya ji aliyê Tevgera Jinên Kurd û Navenda Civaka Demokratîk a li Dusseldorfê ve hat organîzekirin de, endamên yekîtiyên baweriyan jî amade bûn. Endamên Civaka Îslamî ya Kurdistanê û Federasyona Elewiyan a Demokratîk li ber Konsolosxaneya Fransayê civiyan û bê navber dirûşmên "Jin, jiyan, azadî", "Bêdengiya we ji ber hevkariya we ye", "Kujer Erdogan", "Dawî li komkujiyên li Kurdistanê bînin" ên bi zimanên Elmanî, Fransî û Kurdî qîriyan.
Piştî ku belavoka bi zimanê Elmanî hat xwedin li ser navê Civaka Îslamî ya Kurdistanê axaftin hat kirin û hat destnîşankirin ku ti zext û komkujî wê nikaribin bi Kurdan. Qiseker anî ziman ku di her şert û mercî de ew ê têkoşîna azadiyê bidomînin û hesap ji zîhniyeta kujer bipirsin.
Di axaftina li ser navê Federasyona Elewiyan a Demokratîk de jî bal hat kişandin ser komkujiyên di demên dawî de li Kurdistanê rû didin. Çalakî bi qîrîna dirûşmeyan bi dawî bû.
AMSTERDAM
Li paytexta Hollanda Amsterdamê jî ji bo aşkerakirina kiryarên komkujiya Parîsê, çalakiya edalet û ronîkirinê hat lidarxistin. Di çalakiya li meydana Dam de wêneyên buroşurên bi zimanên Îngilîzî û Hollandî yên li ser jiyana siyasetmedarên Kurd ên hatin qetilkirin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatin belavkirin.