Li Geverê pevçûn

Polîsan xwestin ku bikevin taxên Orman, Mezarlik û Kişla yên Geverê xweparastina xwe dikin û pevçûn derketin.

Polîsan xwestin bikevin taxên Orman, Mezarlik û Kişla yên Geverê ku xweparastina xwe dikin û pevçûn derketin.

Polîsên ku xwestin bikevin taxên Kişla, Mezarlik û Orman ên li navçeya Gever a Colemêrgê bi rojane gel di çarçoveya xweparastinê de nobetê digirin, polîsan wesayîtên zirxî anîn çerxerêya girtigeha kevin. Hat ragihandin ku wesayîtên polîsan ên li Cadeya Cengîz Topel bi cih bûne ber bi hundirê taxê ve rasterast guleyan berdidin. Li ser êrîşa polîsan hêzên xweparastinê jî bi heman şêweyî bersiv dan. Li taxa ku pevçûn derket elektrîk jî hatiye qutkirin.