'AKP sûcê neteweyî û navneteweyî dike'
Desteya Jinan a Yekîtiya Rêveberên Xwecihî ya Demokratîk, xwest dawî li operasyonên qirkirina siyasî û êrîşên AKP’ê bên.
Desteya Jinan a Yekîtiya Rêveberên Xwecihî ya Demokratîk, xwest dawî li operasyonên qirkirina siyasî û êrîşên AKP’ê bên.
Desteya Jinan a Yekîtiya Rêveberên Xwecihî ya Demokratîk, xwest dawî li operasyonên qirkirina siyasî û êrîşên AKP’ê bên.
Desteya Jinan a Yekîtiya Rêveberên Xwecihî ya Demokratîk, têkildarî operasyonên qirkirina siyasî yên li hember DBP’ê û îşkenceya li hember hevşaredarên hatin binçavkirin daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniya ku Çîmen Işik li ser navê desteyê da wiha hat gotin, "Pergala serwer a yekperest, neteweperest, cinsiyetperest, tehekkumkar û nêrza êrîşên xwe yên topyekûn li hember demokrasî, aştî, çareserî, wekhevî, azadiya jinê bê ku ti feraseteke hiqûqa gerdûnî û demokratîk, mafê û azadiyên însanî yên bingehîn nas bike bê sînor didomîne.
'SÛCÊ MIROVATIYÊ TÊ KIRIN'
Di daxuyaniyê de ev xal hat destnîşankirin: "Hêrsa desthilatdariya zilam a bi aqlê dewletê û zilamtiya dewletê hatiye yekkirin, gihiştiye asteke bêperwa ya bi qasî êrîşî bedena jinê bike” û wiha dewam kir:
"10’ê Tebaxê feraseta zilamê serwer a piştî qetilkirina Kevser Elturk (Ekîn Wan) a li Gimgima Mûşê li dû qetilkirinê ku cenazeyê wê şilfîtazî hat teşhîrkirin, derket asta herî jor, her roj sûcekî nû yê mirovatiyê tê kirin.
Sûcên herî dawiyê yê van êrîşên li hemberî hevşaredarên me yên jin ku ti sedemek xwe yê hiqûqî û rewa nîne û bi awayek antî demokratîk hatine girtin.
Roja 19’ê Tebaxê hevşaredarên DBP’ê yên navçeyên Sûr û Farqînê yên Amedê hatine binçavkirin û girtin. Piştî biryara girtinê ya hevşaredara me ya Sûrê Fatma Şik Barût û Hevşaredara me ya Farqînê Yuksel Bodakçi bi wesayîteke bê plaqe ji Amedê hatine revandin, pêşî birine Kirikkale û ji wir jî birine Enqereyê. Di Girtigeha Girtî ya Jinan a Sîncanê ya birinê de di bin navê “kontrola zirav” de rastî îşkenceya “bi zorê û tazî kontrolkirinê” mane. Di tevahiya rê de tîmên taybet tacîza devkî li Hevşaredaran kirine û çek li wan rast kirine û gefên “Wê parastina xwe ya cewherî bikin” li wan xwarine.
Ev êrîş hewldanên tirsandinê, perçiqandinê û biçûkxistinê yên tehemula wan ji parêzvanên jiyana azad û xweser re tinene û li ser tazîtiya bedena jinan dixwazin civakê û jinan e. Dewlet dixwaze bi van êrîşan dîsa û ji nû ve serdestiya xwe ya li ser bedena jinê saz bike. Lê van êrîşan careke din rûpûşa zîhniyeta zilam a tecawizkar ku dewlet dixwaze manîpule bike rakiriye, carek din jî bi hemû rastiya xwe nîşan daye ku dijmaniha jinan dike, ti rêz û hurmeta wan ji rûmeta mirov û azadiya jinê re tine ye.”
‘DIVÊ TAVILÊ DAWÎ LI VAN PÊKANÎNAN BÊ ANÎN’
Hat diyarkirin ku hikûmeta AKP’ê û dewletê li gorî hemû mekanîzmayên neteweyî-navneteweyî sûc kiriye, divê tavilê dawî li van pêkanînan bîne û wiha dewam kir:
“Em weke hevşaredar, endamên meclîsan û hemû xebatkarên jin ên di rêveberiyên herêmî yên DBP’ê de cih digirin carek din jî diyar dikin ku em ê qet serî ji zîhniyeta zilam a serdest û polîtîkayên nûnerên çanda wê ya tecawizkar re netewînin. Em di bilindkirina daxwaza xwe ya aştiyê de bi israr in. Em li pey îdîaya pratîkkirin û civakîkirina feraseta xwe ya jiyana azadîxwaziya jin, demokratîk û ekolojîk de ne.
Em wek damezrînerên jiyana azad, xweser, aştî, demokratîk, edalet û wekhev em ê di her şert û mercê de têkoşîna xwe ya demokratîk û rewa berdewam bikin.