Ji Hevşaredarê Dihê re cezayê hepsa malê
Li Hevşaredarê Dihê Huseyîn Kiliç ê ku li ser facebookê nivîsa "Em jî wekî Dihê rêveberiya xwe ya cewherî îlan dikin" parve kir hate binçavkirin, cezaya hepsa malê hate birîn.

Hevşaredarê Dihê ya Sêrtê Huseyîn Kiliç ê ku li ser facebookê nivîsa "Em jî wekî Dihê rêveberiya xwe ya cewherî îlan dikin" parve kir di serdegirtinê de ji mala xwe hatibû binçavkirin. Kiliç ê ji bo kontrola tenduristiyê birin nexweşxaneyê jibilî rêvebberên DBP û HDP'ê yên bajar, navçe û bajarokan Hevşaredarê Sêrtê Tuncer Bakirhan, Hevşaredara Dihê Eda Kîlîs, Hevşaredara Veysel Qeranê Ayten Sezgîn, endamên meclîsa giştî ya bajar û endamên meclîsa şaredariyê jî di nav de bi sedan welatî ji bo piştgiriyê hatin ber nexweşxaneyê. dema ku Kiliç birin edliyeyê jî welatiya bi dirûşma "pêkûtî me bêzar nakin" piştgirî dan.
Welatiyên ku li ber edliyeyê kom bûn bi dirûşman çalakiya rûniştinê li dar xistin. Kiliç ê li dozgeriyê îfadeya wî hata girtin bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hate kirin.
Kiliç ji aliyê dagehê ve di çarçoveya şerta kontrola edlî de cezaya hepsa malê û lê hate birîn û derketine derveyî welat jî hate qedexekirin. Piştî ku Kiliç ji edliyeyê derket welatiyên ku li ber edliyeyê piştgirî didan Kiliç bi dirûşman pêşwazî kirin.
Kiliç li ber edliyeyê xitabî gel kir û spasiyên xwe pêşkêş kir û wiha got: "Wekî ku tê zanîn di vê Pêvajoyê de li dijî siyasetmedarên kurd, şaredar û hilbijêren me polîtîkaya pêkûtiyê heye. Dixwazin destkeftiyên me yên demokratîk bieciqînin, dixwazin em edv ji daxwaza xwe ya azadî û wekheviyê berdin. Ji ber pavrekirina li ser medyaya civakî na, ji ber helwesta walî ya nehiqîqû hatim binçavkirin. Ez li vir bang li Serokomar, hikûmeta AKP'ê û Waliyê Sêrtê dikim, em ê tu caran dev ji van daxwazin xwe berdenidn. Em ê gelê xwe bigihînin azadî û sîstema rêveberiya cewherî."
Kiliç piştre derbasî avahiya şaredariyê bû û li odeya xwe ya meqamê daxwazên derbasbûnê qebûl kir.