Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG'ê destnîşan kir ku îdîayên di çapemeniya Tirk de li ser şervanê wan Dilsoz Bihar (Kevîn Jochîm) de hatin kirin, derew in û ev îdîayên derew şermezar kir. Di daxuyaniya YPG'ê de hat gotin, "Piştî ku berxwedana hêzên me ya li dijî çeteyên faşîst DAIŞ'ê li qada navneteweyî deng veda, ji gelek welatên cîhanê şervanên biyanî tevlî refên me bûn û di şerê me yê li dijî DAIŞ'ê de cih girtin. Bi sedan ciwanên ku dizanîbûn ev şer ne tenê şerê parastina Kurdistanê ye, di heman demê de şerê parastin û bilindkirina nirxên mirovahiyê ye, li nava refên YPG'ê têdikoşiyan û têdikoşin."
Daxuyaniya YPG'ê ya li ser mijarê bi vî rengî dewam kir:
"Organên çapemeniya Tirk, ji bo reşnîşandana hevrêyên me yên bi fedekariyeke mezin di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de bûne leheng, nûçeyan çêdike. Îdîaya rojnameyeke Tirk a bi navê Mîlliyetê ku li ser hevrêyê me Dilsoz Bihar (Kevîn Jochîm) weşand, mînakek ji vê yekê ye.
Hevrêyê me Dilsoz Bihar di destpêka sala 2015'an de hat Rojava, tevlî refên YPG'ê bû û di 6'ê Tîrmeha 2015'an de di şerê dijwar ê li gundê Şergirat ê nêzî bajarokê Silûkê gihîşt şehadetê. Şehadeta hevrêyê me Dilsoz, di daxuyaniya Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê ya 13'ê Tîrmeha 2015'an de bi tevahiya raya giştî re hatiye parvekirin. Tevî vê yekê jî, ev rojnameya navê wê derbas bû, hevrêyê me Dilsoz weke ajanê Elman sûcdar kir û îdîa kir ku hevrê Dilsoz di êrîşên hewayî yên dewleta Tirk ên li hemberî Qendîlê de jiyana xwe ji dest daye. Ev nûçeya bi temamî derew, demeke kurt piştî weşandinê yekser hat vekişandin. Em armanca vê nûçeyê ji teqdîra gelê xwe û raya giştî re dihêlin.
Em, rojnameya ku ev nûçeya tu aliyekî xwe ne rast e û bi temamî derew e çêkiriye, şermezar dikin û li bendê ne ku di serî de ji malbata hevrêyê me Şehîd Dilsoz Bihar, ji tevahiya gelan lêborînê bixwaze."