Çelîk: Xwerêveberî rewa ye; parçe nake, dike yek!
Endamê Komîsyona Ekolojî û Rêveberiyên Herêmî ya KCD'ê Demîr Çelîk destnîşan kir, ku ragihandina xwerêveberiyê tê wateya afirandina rêyên çareseriyê yên gel.
Endamê Komîsyona Ekolojî û Rêveberiyên Herêmî ya KCD'ê Demîr Çelîk destnîşan kir, ku ragihandina xwerêveberiyê tê wateya afirandina rêyên çareseriyê yên gel.
Endamê Komîsyona Ekolojî û Rêveberiyên Herêmî ya KCD'ê Demîr Çelîk destnîşan kir, ku ragihandina xwerêveberiyê tê wateya afirandina rêyên çareseriyê yên gel. Çelîk diyar kir ku ev yek, li dijî polîtîkayên şer ên dewletê, mafekî rewa ye.
Endamê Komîsyona Ekolojî û Rêveberiyên Herêmî ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Demîr Çelîk, xwerêveberiyên li Kurdistanê hatine ragihandin ji ANF'ê re nirxand.
Çelîk anî ziman ku xwerêveberî, ji ber helwesta sîstema desthilatdar a taloqkirina çareseriya pirsgirêkên civakê derketiye holê û da zanîn ku dewletê çareseriya pirsgirêka Kurd kiriye qurbanê ajanda xwe ya polîtîk.
Çelîk diyar kir ku di nava hesabê hatin û çûna hilbijartinê de nêzîkatiya li pirsgirêka Kurd, di nuqteya mijûlkirin û bazarkirina hêviyê de maye.
'XWERÊVEBERÎ REWA YE, JI BO DEMOKRASIYÊ NEBE NABE'
Çelîk anî ziman ku ji ber bûyerên diqewime, gel hêviya xwe ji dewletê qut kiriye û neçar maye çareseriya xwe li ser dewletê ferz bike û got, "Xwerêveberî di vî warî de, li dijî polîtîkayên şer ên xwe dispêre înkar û tinekiriyê yên dewletê, rewa ye.
Demokrasî, bêyî xwerêveberiyê xwe dernekeve holê. Dewlet li derveyî demokrasî, azadî û aştiyê ye. Dewlet bi talankirina van mafan re mezin bû. Li şûna hêviya aştî, azadî û demokrasiyê ji dewletê, divê bi azadiyên demokratîk ên sivîl ku xwe dispêrin hêza civakê, ev mafên aştî û azadî yên ji aliyê dewletê ve hatine talankirin, bên stendin. Îlankirina organên xwerêveberiyê ji aliyê Kurdan û gelê Kurdistanê ve, ji bo xwegihandina aştî û demokrasiyê nebe nabe."
'XWERÊVEBERÎ XWE JI HIQÛQA GERDÛNÎ XWEDÎ DIKE'
Çelîk ragihand ku taybetmendiya xwerêveberiyan rewa dike, taybetmendiya wê ya dîrokî ye û ev nirxandin kir: "Dewlet wê mafên min, azadiyên min nede min, sîstema demokratîk a aştiyane weke mafekî nabîne. Wê demê xwerêveberiya civakê ya dûrî ji însafa dewletê, pêwîstiya mafeên dîrokî ye. Ji vî alî ve jî rewa ye."
Çelîk da xuyakirin ku xwerêveberî xwe ji danezana mafên gelên bê dewlet a Neteweyên Yekbûyî xwedî dike û got, "Xwerêveberî xwe ji hiqûqa gerdûnî xwedî dike. Civaka ekolojîk demokratîk, xwe dispêre esasa hiqûqê. Dewlet bi tenê di nava dîroka 5 hezar salan de heye. Mirovan beriya bi hezaran salan, bêyî dewlet hebe, xwe bi awayê demokratîk û ekolojîk bi rêve birine. Ji ber vê yekê xwerêveberî xwe dispêre hiqûqa gerdûnî ya gelên bê dewlet a xwe rêvebirinê. Dîrokî û însanî ye. Xwedîderketina li van nirxan ne tenê karê Kurdan e, karê tevahiya mirovahiyê ye. Civak nikare dest ji azadiya xwe berde. Bi qasî şîrê dayikê rewa û mafeke."
'XWE NASPÊRE SÎNOR, ERDNÎGARÎ Û NASNAMEYÊ'
Çelîk diyar kir ku xweseriya demokratîk xwe naspêre erdnîgarî, sînor û nasnameyê û destnîşan kir ku xweserî di ser sînor, nasname û baweriyan de ye.
Çelîk got, "Li şûna 'ji her gelî re dewletek' bi xweseriyên xwecihî yên demokratîk re dikare rêveberiyên civakê werina vakirin. Dema ev maf were bikaranîn, hingî welat parçe nabe. Li welatê demokratîk xwerêvebirina Kurdan bi xweseriya demokratîk, wê rê li ber demokratîkbûyîna Tirkiyeyê veke. Li şûna parçekirinê, wê têkiliyên hemû parçeyan hîn bêhtir demokratîk, hîn bêhtir adîl û xurt bike" û anî ziman ku Kurd ne tenê ji bo xwe, dixwaze Tirkiyeyê veguherîne komara demokratîk û bike 26 herêmên xweser. Çelîk destnîşan kir ku cihêkarî
polîtîkayên dewletê yên înkar û tinekirinê ye.
'DEWLET SÛCÊ LI DIJÎ MIROVAHÎ Û HIQÛQA GERDÛNÎ DIKE, XWEPARASTIN REWA YE'
Çelîk da xuyakirin ku şexs, ji ber hebûna xwe ya zindî, li dijî êrîşên fîzîkî, siyasî û çandî xwedî mafê parastinê ye û got, "Parastina ziman, çand û qada jiyanê ya Kurdekî, mafekî şexsî û civakî ye. Xweparastina li hemberî dewleta êrîş dike, ne sûc e. Yê sûcdar dewlet e, ku hewl dide dest deyne ser vî mafî. Tevî sekna polîtîk a înkar û tinekirinê, êrîşa bi amûrên şer û operasyonên leşkerî û qirkirina siyasî nîşan didin, ku dewlet li dijî mirovahî û hiqûqa gerdûnî sûc dike. Berxwedana li dijî vê yekê, mafê herî rewa ye."
Çelîk anî ziman ku ji bo xwegihandina statuya Kurdistana Demokratîk û Xweser, divê avakirina civakên xwe dispêrin meclîs û komunên li bajar, tax û kolanan bên zêdekirin û got, "Eger em karibin bi hêza xwe xwe, ax û bajarê xwe bi rêve bibin, bêguman em ê hingî karibin dewletê ji bo çareseriyê îqna bikin û li dora maseya muzakereyê bidin rûniştandin."