Aydogan banga xwedîderketina li xwerêveberiyan kir

Parlamentera HDP'ê ya Amedê Aydogan diyar kir ku gelê Farqînê wê ji ya xwe venegere û ji AKP'ê xwest, dawî li êrîşan bîne. Aydogan banga xwedîderketina li xwerêveberiyan li gel kir û got, divê bi Ocalan re hevdîtin bê kirin.

Parlamentera HDP'ê ya Amedê Aydogan diyar kir ku gelê Farqînê wê ji ya xwe venegere û ji AKP'ê xwest, dawî li êrîşan bîne. Aydogan banga xwedîderketina li xwerêveberiyan li gel kir û got, divê bi Ocalan re hevdîtin bê kirin.

Parlamentera HDP'ê ya Amedê Nûrsel Aydogan, der barê terora dewletê ya li Farqînê de ji ANF'ê re axivî.

'AKP LI FARQÎNÊ ÊRÎŞÎ JIYANA GEL DIKE'

Aydogan diyar kir ku li Farqînê di nava 10 rojan de dewletê du operasyonên mezin kiriye û destnîşan kir ku dem li rewşa heyî ya li Farqînê were temaşekirin, wê bê dîtin ku ev operasyon ji bo çavtirsandin û koçberkirina gel hatine kirin.

Aydogan anî ziman ku her du operasyonan zerar daye malê gel û got, "Farqîn bûye yek ji cihên destpêkê ku 'Pakêta Ewlekariya Navxweyî' yê bi cih hatiye anîn. Operasyon li dijî jiyana gel hatine kirin. Farqîn, Cizîr û Silopiya navçeyên xwedî kevneşopiya berxwedanê ya gel in. Ji bo vê kevneşopiya berxwedanê bişikînin, ev operasyon hatine kirin. Li zêdeyî 150 cihên kar xisar hene; gule li mal û kargehan hatine reşandin. Bi dehan wesayît hatine şewitandin. Bi dehan wesayît ji aliyê polîsan û kemçeyên wan ve hatine pelixandin. Hin kargeh hatine şewitandin. Hin xaniyan ewçend zerar dîtine ku nema dikarin bên bikaranîn. Di rojên destpêkê yên van operasyonan de gelekî li hemberî van operasyonan li ber xwe didan hebû. Bi taybetî jî jin daketibûn kolanan. Lê belê di rojên pêş ên operasyonê de, asta şîdetê ya operasyonê ewçend bilind û dijwar bû, êdî gelê sivîl ji bo çalakiyan nema dikarî derkeve kolanan."

'POLÎS PSÎKOLOJIYA ZAROKAN XERA DIKIN'

Aydogan da xuyakirin ku li çar taxan, ji ber ku terora dewletê bandoreke giran li zarokan dikir, gel bi awayekî demkî koç kiriye û got, "Beşek ji gel, ji bo zarokên xwe ji vê terora dewletê biparêze, mixabin neçar mane malên xwe biterikîne...Polîsên tevgera taybet, şîdeteke ewçend zêde bi kar tîne ku mirov nikare jê bawer bike. Bi qîrîna tekbîran li kolanan guleyan direşînin. Ev yek psîkolojiya zarokan xera dike."

Aydogan destnîşan kir ku berevajî îdîayên hin derdoran, hin ji mirovên xaniyên wan nema dikare bê bikaranîn neçar mane biçin taxên din an jî navenda bajêr.

Aydogan bal kişand ser hevdîtinên xwe yên bi gel re û got, "Gel ji me re got, 'dewletê di salên 90'î de jî li Farqînê serî li terorê da, wan wê çaxê jî serî netewand, ew ê niha jî serî netewînin. Yên dibêjin em ê li hemberî AKP'ê ji ya xwe vegerin, xwe dixapînin'. Tevî her tiştî moralê gel bilind e."

BANGA XWEDÎDERKETINA LI XWERÊVEBERIYÊ

Aydogan anî ziman ku gelê Kurd dixwaze xwe bi rêve bibe û bal kişand ser îlanên xwerêveberiyê. Aydogan destnîşan kir ku xwerêveberî ne parçekirina welêt e, projeya pêkanîna jiyana bi hev re ye. Aydogan banga xwedîderketina li xwerêveberiyan li gel kir û got, "Xwerêveberî demokrasiya pêşketî ye, demokrasiya radîkal e. Gelê Kurd demokrasiya radîkal gav bi gav dixe meriyetê. Ne rewşeke sûc e, lê belê hikûmeta AKP'ê mîna her carê êrîşî gelê xwerêveberî ragihand kir û hevşaredarên li cem xwerêveberiyê sekinîn, girt. Îlana xwerêveberiyê yan jî xweseriya demokratîk, projeya jiyana bi hev re ye. Ji bo pêşeroja gelê Kurd, ji bo jiyana azad projeyeke gelekî girîng e. Girîng e xwedî li vê projeyê bê derketin. Tevî hemû hewldanên AKP'ê yên krîmînalîzekirinê jî divê xwedî li îlana xwerêveberiyê were derketin. Ne tenê ji aliyê parastinê ve. Ji bo ji her alî ve bikeve meriyetê, girîng e têkoşîn dewam bike. Ti destketî bi hêsanî nehatiye bi dest xistin; xwerêveberî jî pêwîstiya xwe bi têkoşîneke radîkal heye. Eger bi biryardarî ev têkoşîn were dayîn, gelê Kurd wê xwe bi xwe bi rêve bibe."

'GELÊ KURD WÊ HER LI BER XWE BIDE; DIVÊ DERIYÊN ÎMRALIYÊ WERIN VEKIRIN'

Aydogan bang li AKP'ê jî kir û xwest, dawî li êrîşên xwe yên li dijî projeya xwerêveberiyê bîne. Aydogan got, "Bersivdayîna bi şîdetê li xwerêveberiyê tê wateya dewamkirina rewşa şer. Ji ber ku gelê Kurd bi biryar e xwerêveberiyê bixe meriyetê. Eger dewlet bi hêza xwe li dijî sekna biryardar bisekine, hingî wê gelê Kurd berxwedana xwe dewam bike."

Parlamentera HDP'ê ya Amedê Nûrsel Aydogan ev daxwazkir: "Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd divê gav were avêtin. Girîng e deriyên Îmraliyê bên vekirin û hevdîtin bi Birêz Ocalan re bê kirin. Bi çareseriyê re eger destûreke bingehîn a piralî û sivîl were çêkirin, di vê destûra bingehîn de xwerêveberî, xweseriya demokratîk bi awayekî were naskirin, wê pirsgirêkên heyî çareser bibin."