Meclîsa Şengal a Dîaspora darvekirina girtiyê siyasî Bêhrûz Alxanî bi tundî şermezar kir û got: “Bangek girîng ji bo gelê Kurd ê li her deverê dijîn dikin. Bêdengî ji darvekirinên nû re zeminê amade dike. Divê dengekî hevgirtî bê bilindkirin." Meclîsa Şengal a Dîaspora sersaxî ji malbata Alxanî û tevayî gelê Kurd re xwest.
Meclîsa Şengal a Dîaspora (MŞD) darvekirina girtiyê siyasî Bêhrûz Alxanî bi tundî şermezar kir. MŞD’ê ku têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand got: “Îro danê sibê xortê Kurd endamê PJAK’ê ji aliyê rejîma Îranê ve hate darvekirin.
Rejîma Îranê dixwaze bi girtin, îșkence û darvekirinan gelê Kurd çavtirsandî bike. Lê gelê Kurd di pey her hovîtiya rejîma Îranê de daye xuyakirin ku heta gelê Kurd mafê xwe yê azadiyê bi dest nexe wê bi her babetê têkoșînê bilind bikin.”
Meclîsa Șengal Dîaspora darvekirina xortê Kurd ê bi navê Behrûz Alxanî bi dijwarî șermezar kir û wiha bang li sazî û dezgehên navneteweyî kir: “Em bang li Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropayê, sazî û dezgehên mafê mirovan ên navneteweyî dikin. Li dijî zilm, zor û zexten rejîma Îranê dengê xwe bilind bikin.
Em bang li saziyên Îranê yên damokrat dikin li diji kiryarên dij mirovahi bêdeng nemînin.
MŞD’ê di dawiyê bang li gelê kir û got: “Bangek girîng ji bo gelê Kurd ê li her deverê dijîn dikin. Bêdengî ji darvekirinên nû re zeminê amade dike. Divê dengekî hevgirtî bê bilindkirin.
Em weke MȘD dibêjin serê malbat, heval û hogirên Behrûz sax be. Serê gelê Kurd sax be.
Ger berdêlê azadiyê darvekirin bin, darvekirin ji bo gelê Kurd bê wate ne."