Gerîlayê HPG’ê Rehîm Hacîzade li Qereyazî spartin axê

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Rehîm Hacizade (Helo) ê 16'ê Tebaxê li herêma Karakale ya navçeya Qaqizmanê ya Qersê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da li navçeya Qereyazi ya Erziromê bi tevlîbûna hezeran kesan hat definkirin.

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Rehîm Hacizade (Helo) ê 16'ê Tebaxê li herêma Karakale ya navçeya Qaqizmanê ya Qersê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da li navçeya Qereyazi ya Erziromê bi tevlîbûna hezeran kesan hat definkirin.

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Rehîm Hacizade (Helo) ê 16'ê Tebaxê li herêma Karakale ya navçeya Qaqizmanê ya Qersê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da, li Taxa Degîrmenkaya ya navçeya Qereyazi ya Erziromê bi tevlîbûna hezeran kesan hat definkirin. Parlamentera HDP'ê ya Erziromê Seher Akcinar Bayar, rêveberên DBP, HDP, MEYA-DER, hevşaredên Qereyazi, Qaqizman, Qereçoban û bi hezaran kes tevlî merasîma cenaze bûn. Piştî wecîbeyên olî girseyê cenaze bi dirûşmên, "Ey şehîd xwîna te li erdê namîne","Qatil DAIŞ hevpar AKP" û "Kurdistan wê ji DAIŞ'ê re bibe goristan" birin goristanê. Piştî karên definkirinê xilas bûn, Hevserokê Rêxistina DBP'ê yê Qereyaziyê Salih Altayli axivî û diyar kir ku li Kurdistanê zilm tê kirin û wiha got: "Hikûmeta AKP'ê her roj agir bi malekê dixe. Ev îşkenceyên hov nayên qebûlkirin. Îşkenceyê li miriyan dikin. Gelo ev yek di kîjan olê de heye?"

'BIRAYÊ MIN JI BO GELÊ XWE CANÊ XWE KIR MERTAL'

Birayê Gerîlaiyê Hacîzade Abdurrahman Hacizade jî wiha got: "Birayê min 12 sal bû gerîla bû. Di 14 saliya xwe de tevlî refên azadiyê bû. Birayê min xwe li hemberî zilma li ser Kurdan negirt û tevlî refên azadiyê bû. Şehîd Helo ji bo gelê Kurd canê xwe kir mertal. Duh me cenazeyê xwe li Erziromê wergirt û em bi rê ketin lê Waliyê Qersê destûr neda em cenazeyê xwe defin bikin. Gotin 'Hûn dikarin tenê di nava sînorên Erziromê de cenaze defin bikin' Em jî şehîdê xwe li Qereyaziyê defin kir. Me xwest em cenazeyê xwe bibin morga nexweşxaneyê lê qeymeqamê navçeyê destûr neda me cenaze bibin morgê û heya em ji navçeyê qewirandin. Qeymeqem û Midûrê Polîsan em ji navçeyê qewirandin û nexwestin em deqeyekê li navçeyê bimînin. Li gel belgeya me ya Dozgeriya Komarê ya Erziromê ya definkirinê heyî ev yek bi me dan jiyîn."

AKÇINAR: CENAZEYÊ ME NEGIRTIN MORGÊ

Parlamentera HDP'ê ya Erziromê Seher Akcinar Bayar jî diyar kir ku Dozgerê Komarê yê Erziromê rapora "Cenaze di nava sînorên Tirkiyeyê de dikarin li her derê defin bikin" dan û ligel vê yekê bi awayekî keyfî definkirina cenaze asteng kirin û wiha got: "Şevê me bi malbatê re xwest em cenaze danîn morga Nexweşxaneya Dewletê ya Qereyaziyê lê Midûrê Polîsan û Qeymeqamê navçeyê destûr nedan me cenaze danîn morgê. Em li hemberî bûyereke wisa sosret bêdeng namînin. Em vê yekê şermezar dikin. Em ê li Serdozgeriya Komarê der barê wan kesan de serlêdana sûc bikin."

Piştî axaftinan malbat sersaxiyên li Mala Şînê ya Degîrmenkaya qebûl kirin.