Hevserokê HDP'ê yê Zêdkanê Dûrsûn hat binçavkirin
Di çarçoveya operasyonên Qirkirina siyasî de li Zêdkan û Erdîşê Hevserokê HDP'ê yê Navçeya Zêdkanê Engîn Dûrsûn û welatiyên bi navê Îshak Ylmaz, Erdal Butun hatin binçavkirin.
Di çarçoveya operasyonên Qirkirina siyasî de li Zêdkan û Erdîşê Hevserokê HDP'ê yê Navçeya Zêdkanê Engîn Dûrsûn û welatiyên bi navê Îshak Ylmaz, Erdal Butun hatin binçavkirin.
Li navçeya Agirî Zêdkanê, polîsan danê sibehê avêtin ser mala Hevserokê HDP'ê yê Navçeyê Engîn Dûrsûn. Piştî lêgerîna li malê Dûrsûn hat binçavkirin.
Li navçeya Wan Erdîşê jî polîsan danê sibehê avêtin ser hin malên li taxên Sûlî û Sorêsora. Di van serdegirtinan de jî Îshak Yilmaz û Erdal Butun hatin binçavkirin û ew birin emniyetê.