Gundê Bolê û biryargeha berê ya Dr. Qasimlo hatin bombekirin-HAT NÛKIRIN

Balafirên şer ên Tirk, duh êvarê 4 caran Qendîl bombe kirin. Di bomberdûmanê de balafiran li gundê Bolê û biryargeha berê ya Dr. Qasimlo xistin.

Balafirên şer ên Tirk duh saet ji 22:00 û pê ve 4 caran bombe li herêma Qendîlê barandin.

Di bomberdûmanê de balafiran li gundê Bolê û qada ku weke biryargeha berê ya Doktor Qasimlo tê zanîn, xistin.

Ji ber êrîşê dehl û rezên gundiyan şewitîn û xaniyan zerar dîtin.

Di encama bomberdûmanê de rêyên xurt xera bûn, elektrîk qut bû. Şewata li herêmê derket jî ji aliyê gundiyan ve hat vemirandin.

Li gorî agahiyan, di êrîşê de windahiya gelê sivîl û gerîla nîne.

KEYAYÊ BOLÊ: DIVÊ PDK, YNK Û TEVGERA GORAN LI DIJÎ ÊRÎŞAN DERKEVIN, XWEDÎ LI MAFÊN SIVÎLAN DERKEVIN

Gundiyên Bolê nerazîbûn nîşanî êrîşa hewayî ya artêşa Tirk dan û êrîş şermezar kirin. Keyayê gundê Bolê Cewher bang li hikûmeta herêmî û partiyên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê kir ku ki hemberî êrîşan hişyar û hestyar bin.

Keya Cewher got, "Divê partiyên Başûrê Kurdistanê PDK, YNK û Tevgera Goran nerazîbên xwe nîşan bidin û mafên sivîlan biparêzin." Cewher wiha  domand: "Dewlet û artêşa Tirk dijminatiyê li gelê Kurd dike û sivîlan dike hedefa êrîşa xwe. PKK ne li vir e, gelên sivîl li vir in."

Cewher bibîr xist ku beriya çar salan dîsa 7 gundiyên Bolê di encama lêdana balafiran de li Kortekê jiyana xwe ji dest dabûn û komkujiya Zergelê jî wek dijminatiya dewleta Tirk li hemberî gelê sivîl bi nav kir."

...