Meclîsa Gel a Demokratîk a Cizîrê li hemberî komkujiyan banga berxwedanê kir
Meclîsa Gel a Demokratîk a Cizîrê diyar kir ku polîtîkayên komkujiyê bi zanebûn tên pêşxistin û li hember komkujiyan banga berxwedanê li gelê Botanê kir.
Meclîsa Gel a Demokratîk a Cizîrê diyar kir ku polîtîkayên komkujiyê bi zanebûn tên pêşxistin û li hember komkujiyan banga berxwedanê li gelê Botanê kir.
Meclîsa Gel a Demokratîk a Cizîrê diyar kir ku polîtîkayên komkujiyê bi zanebûn tên pêşxistin û li hember komkujiyan banga berxwedanê li gelê Botanê kir.
Ji ber di êrîşa leşker û polîsan a li Taxa Nûr a navçeya Cizîrê ya Şirnexê 2 jê zarok 5 kesan jiyana xwe ji dest dan, Meclîsa Gel a Demokratîk a Cizîrê ya bi awayekî awarte kom bû, di daxuyaniya ku weşand bang li gelê Botanê kir li hember faşîzma AKP’ê werin eniyên xweparastinê. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku AKP di bin navê ewlekariyê de sivîlan qetil dike û bal kişand dewlet polîtîkayên komkujiyê bi zanebûn pêş dixe.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku hikûmeta AKP’ê bi kuştinan bersiv daye îlana xwerêveberiya gel û hat diyarkirin ku wê faşîzma qesrê di dîroka Botanê de bê veşartin. Di daxuyaniyê de behsa berxwedana gelê Botanê ya di tevayî dîrokê de hat kirin û daxuyaniyê wiha dewam kir, “Gelê Botanê wê di bin ti şert û mercan de dest ji mîrateya xwe ya raperîn û berxwedana dîrokî bernede. Wê li hemberî hemû polîtîkayên zext, perçiqandin û qetilkirinê yên dewletê rola xwe ya dîrokî bilîze, wê ji berxwedana Kobanê îlham bigire û wê Cizîrê ji hêzên faşîst re bike dojeh.”
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku ev pêvajo pêvajoyeke şerê rûmetê ye û wiha hat gotin, “Em weke Meclîsa Demokratîk a Gel a Cizîrê bang li her kesî dikin ku di şerê rûmetê yê Cizîrê daye destpêkirin de cih bigirin, tevlî yekîneyên xweparastinê bibin. Divê gelê Cizîrê bi hemû amûr û pergalên xweparastinê di her mal û kolanê de xweparastina xwe bike. Em bi zanebûna ku azadiya rast di xwerêveberî û xweparastinê re derbas dibe bang li her kesî dikin ku bi ruhê seferberî û hawarê xwedî li pêngava azadbûnê ya hatiye destpêkirin derkevin.”