KCK: Pêwîst e meydan ji hêzên dagirker re neyê hiştin-HAT NÛKIRIN

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê: Di serî de gelê me yê Geverê li her cihê xwerêveberî hatiye îlankirin pêwîst e gelê me teqez derkeve kolanan, guh nede qedexeya derketina kolanan, nekevin malên xwe kolan û meydanan ji hêzên dagirker re nehêlin.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê da xuyakirin ku hikûmeta AKP'ê bi tank, panzer, top û çekên giran êrîşî gelê Kurd, bi taybetî jî Geverê dike û got, "Di serî de gelê me yê Geverê li her cihê xwerêveberî hatiye îlankirin pêwîst e gelê me teqez derkeve kolanan, guh nede qedexeya derketina kolanan, nekevin malên xwe kolan û meydanan ji hêzên dagirker re nehêlin. Îlankirina xwerêveberiyê, xwe bi xwe rêvebirin mafê wan ê herî xwezayî ye. Pêwîst e gelê me mafê xwe yê rewa û xwezayî bi kar bîne. Mafê ti hêzan nîne êrîşî vê bike. Wê teqez îradeya berxwedana demokratîk û xwerêveberiya gelê me qezenc bike; mêtinkariya qirker a çandî, hegemonîk, otorîter, faşîst a AKP’ê wê winda bike."

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê diyar kir ku hikûmeta AKP'ê êrîşî vîna demokratîk a gelê Kurd xwerêveberiyan dike. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Hikûmeta AKP'ê, li hemberî biryara gelê Kurd a ji bo meşandina karên xwe bi xwe, dibêje 'Ji bilî daxwaza min tu nikare tiştekî bike'. Bi gotineke ji rêzê dibêje, 'Eger hûn ê bizmarekî jî li kolana xwe bixin, ez ê biryara wê bidim'" û ev xal hat destnîşankirin: "Dibêje, 'Ez dewlet im, ez ê her sûcî bikim, li gorî ti qanûnê tevnegerim, eger pêwîstiyê pê bibînim ez ê şer derxînim'. Li dijî vê rêveberiya faşîst, otorîter, kêfî û qirkirina çandê, gel bi vîna xwe ya demokratîk li ber xwe dide. Hikûmeta AKP'ê êrîşî vê vîna demokratîk a gel dike. Ya ku li Gimgimê, li Farqînê, li Geverê qewimî, ev e. Herî dawî berê êrîşên xwe da gelê Geverê ku li kolanan û bi lêdana qûşxaneyan polîtîkayên hikûmeta AKP'ê şermezar dikir. Ji ber vê êrîşê herî kêm sê kes hatin qetilkirin, bi dehan mirovên sivîl birîndar bûn. Xuyaye hikûmeta AKP'ê wê bi krîmînalîzekirina xwerêveberiyên gelê Kurd re êrîşên xwe bidomîne."

AKP DIXWAZE BI SORKIRINA ŞER RE DIXWAZE DESTHILATDARIYA XWE BIDOMÎNE

KCK'ê da xuyakirin ku êrîşa li hemberî Geverê di roja li ser avabûna hikûmeteke nû ya hilbijartinê nîqaş dihat kirin de pêk hatiye û got, "Diyar e ev hikûmeta bê avakirin wê hikûmeteke şer be yan jî ji êrîş û şerê tê meşandin re bibe kirasek. Di bin navê 'ewlekariya hilbijartinê' de Tûgayên Komando yên Bolû û Kayseriyê ku di nava şerê qirêj ê salên 1990'î de cih girt, anîn Kurdistanê. Ev yek nîşan dide bê dixwazin hikûmeta hilbijartinê ji polîtîkayeke bi çi rengî re bikin xêlî. Ji niha ve derketiye holê ku wê zexteke giran li gelê Kurd were kirin. Di nava van şert û mercan de pêkhatina hilbijartineke adîl û wekhev nepêkane. Lewma AKP dixwaze bi sorkirina şer re zemînekê ji dewamkirina desthilatdariya xwe re biafirîne. Piştî hilbijartinên 7'ê Hezîranê, êrîşa li hemberî gelê Kurd û hêzên demokrasiyê yên AKP ji hikûmetê xist, tê vê wateyê. Zelal bûye ku ne ji bo pêkhatina hilbijartinê, ji bo dewamkirina desthilatdariya xwe polîtîkayekê dimeşîne."

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê diyar kir ku çapemeniya alîgirê AKP'ê di her axaftina rayedarên AKP'ê de îdîa dikin ku HDP li Kurdistanê bi zora çekê dengan werdigire û bi van hewldanên xwe yên xapandinê re nîşan didin ku wê di rojên pêş de li Kurdistanê çi bikin. Hevserokatiyê pirsa "Di van şert û mercan de wê hilbijartineke azad û wekhev bi çi rengî pêk were?" kir û got, "Tayyîp Erdogan ê ku beriya hilbijartinên 7'ê Hezîranê bi binpêkirina hemû qanûn û teamûlan re daket meydanên hilbijartinê, vê carê wê ne tenê dakeve meydanan, di heman demê de leşker û polîsên xwe li her deverê bireşîne û hilbijartineke dîktatorî ya li welatên yek partiyî, pêk bîne. Aşkera bûye ku wê li Kurdistanê polîs û leşkeran, li Tirkiyeyê jî keriyên şovenîst faşîst biherikîne kolanan û vê yekê bi cih bîne. Bi her şêwe çavsoriyê, wê bixwaze di hilbijartinê de bi ser bikeve. Ev yek jî tê wateya dijwarbûna şer."

YA DIVÊ WERE KIRIN; CIHGIRTINA LI CEM GELÊ KURDISTANÊ Û XURTKIRINA TÊKOŞÎNA DEMOKRASIYÊ YE

Daxuyaniya KCK'ê bi vî rengî dewam kir:

"Di nava rewşeke bi vî rengî de gelo behsa kîjan hilbijartin, kîjan pêvajoya hilbijartinê û hikûmeta hilbijartinê dikare were kirin? Di demên asayî de, dikarîbû behsa hikûmetek hilbijartinê ya ji partiyên cuda, ku hukmê destûra bingehîn e, bihata kirin. Lê belê, ji hikûmeteke ku hînê di roja destpêkê de êrîşî gelê Kurdistanê, bi taybetî gelê Gever û Êlihê kiriye, nepêkane hikûmeta hilbijartinê were gotin. Cihgirtina yek du parlamenterên HDP'ê di nava vê hikûmeta hilbijartinê de, wê vê hikûmetê neke hikûmeteke hilbijartinê ya li gorî destûra bingehîn.

Wezîfeya hemû hêzên demokrasiyê ew e, ku li dijî polîtîkayên hikûmeta AKP'ê yên êrîşî xwerêveberiya gelê Kurd dike têkoşîn bê meşandin û ev têkoşîn were xurtkirin. Eger li Geverê bi tank, panzer, top û çekên giran êrîşî gel dikin, wê çaxê ji vê rojevê, ji vê hewldanê cudatir tiştek dibe? Eger li hemberî xwerêvebirina gel êrîşeke ewçend çavsorî hebe, ya divê were kirin cihgirtina li cem gelê Kurdistanê, bi taybetî jî gelê Geverê ye û xurtkirina têkoşînê ye.

YÊ KU BI TANK, TOP Û ÇEKÊN GIRAN ÊRÎŞÎ GEL DIKE HIKÛMETA AKP'Ê YE

Ev têkoşîn berxwedana demokrasiyê ya gelên sivîl e. Têkoşîn û vîna xwerêvebirinê ye. Hikûmeta AKP'ê dixwaze gelê ku xwerêveberiyê bi bedena xwe diparêze, tine bike. Ragihandina xwerêveberiyê û rêvebirina xwe bi xwe ya gel, mafê herî rewa ye. Hikûmeta AKP'ê êrîşî vî gelê sivîl ê maf û vîna xwe ya demokratîk nîşan dide, dike. Gel li hemberî vê êrîşkariyê li ber xwe dide. Gelê Kured ne Tirkiyeyê parçe dike, ne jî li hemberî leşker û polîsan dest bi şer kiriye. Yê ku bi tank, top, panzer û çekên giran êrîşî gel dike, hikûmeta AKP'ê ye.

ROJEVA LEZGÎN A TIRKIYEYÊ ŞIKANDINA ÊRÎŞÊN LI HEMBERÎ GELÊ KURD E

Li hemberî vê rewşê, wezîfeya dikeve ser milê gelê Kurd û hêzên demokrasiyê ew e ku der hal li her cihî dakevin meydan û kolanan, li cem gelê Geverê û gelê li cihên din rastî êrîşan tê cih bigirin û vê êrîşkariya dewletê bisekinînin. Rojev û berpirsyariya yekane û bingehîn ev e. Ji bilî vê yekê destnîşankirina rojeveke din, bikaranîna enerjiyê ji bo rojeveke din, wê were wateya reva ji rojeva rastî. Ji ber vê yekê girîng e hemû hêzên demokrasiyê bikevin nava tevgerê û êrîşên li hemberî gelê Kurd ku rojeva lezgîn a Tirkiyeyê ye, bişikînin.

Di serî de gelê me yê Geverê li her cihê xwerêveberî hatiye îlankirin pêwîst e gelê me teqez derkeve kolanan, guh nede qedexeya derketina kolanan, nekevin malên xwe kolan û meydanan ji hêzên dagirker re nehêlin. Îlankirina xwerêveberiyê, xwe bi xwe rêvebirin mafê wan ê herî xwezayî ye. Pêwîst e gelê me mafê xwe yê rewa û xwezayî bi kar bîne. Mafê ti hêzan nîne êrîşî vê bike. Wê teqez îradeya berxwedana demokratîk û xwerêveberiya gelê me qezenc bike; mêtinkariya qirker a çandî, hegemonîk, otorîter, faşîst a AKP’ê wê winda bike."