Li Geverê rewşa dawî
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê li hember qedexeya derketina derve, êrîşên polîs û leşkeran gel xweparastinê dike.

Polîs û leşkeran taxên Saît Korû, Cumhuriyet (Zagros), Duze, Yeşîl Dere û Îpekyolû yên Gevera Colemêrgê bi wesayîtên zirxî dorpêç kirine. Ketin û derketina gundên girêdayî navçeyê tê astengkirin.
Gel niha li taxa Zagrosê xwe diparêze. Sivîlên birîndar jî ji ber ku nexweşxane di bin dorpêça polîsan de ye gel nikarin wan bibin nexweşxaneyan.
Îmam Îbrahîm Akdogan ê duh topa hawanê li mala wî ketibû û birîndar bibû piştî tedawiya li Geverê sewqî Wanê hat kirin. Dermankirina Akdogan hê dewam dike.
Dermankirina 20 sivîlên duh bi şev di pevçûnan de birîndar bûn jî li malan dewam dike.