Birîndarên li Geverê ji ber xwînê winda dikin jiyana xwe ji dest didin

Li navçeya Gever a Colemêrgê terora dewletê didome.

Serokê Baroya Colemêrgê Parêzer Mûhîttîn Gungor ê li Geverê ye got ku terora dewletê didome.

Parêzer Gungor ev agahî da: "Piştî anonsa qedexeya derketina derve hat dayîn ji qereqolê tax rasterast hatin gulebarankirin. Lê em nagihêjin Walî û qeymeqam. Nexweşxane jî di dorpêça polîsan de ye. Her diçe mirovên jiyana xwe ji dest zêde dibin. Ji ber polîsan mirov nikarin birîndaran bibin nexweşxaneyan û ji ber zêde xwîn winda dikin jiyana xwe ji dest didin. Berpirsyarê van mirinan dewlet e.”

Parêzer Gungor anî ziman ku dewlet bi binpêkirina hiqûq êrîşî gel dike û xwest tavilê êrîş bên rawestandin.