Rêveberê DBP’ê yê navçeya Xîzanê Şîmşek hat girtin
Rêveberê DBP’ê yê navçeya Xîzanê Adnan Şîmşek bi sûcdariya, “Xerakina yekparebûna welat” hat girtin û şandin girtîgehê.

Rêveberê DBP’ê yê navçeya Xîzanê Adnan Şîmşek di serdegirtina kargehê ya roja 23’ê Tebaxê de hatibû binçavkirin, piştî kar û barên li midûriyetê derxistin edliyeyê. Şîmşek ji aliyê dozgeriyê ve bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hat kirin. Şîmşek bi sûcdariya “Xerakina yekparebûna welat” hat girtin û şandin Girtîgeha Bedlîsê.
Li aliyê din Hevserokê Meclîsa Gel a Demokratîk Yafes Yildirim ê pêr hatibû binçavkirin. Piştî karûbarên li Midûriyeta Polîsan a Xîzanê sewqî dozgeriyê hat kirin. Yildirim piştî lêpirsîna li Dozgeriyê derxistin Dadgeha Sûlh û Ceza ya Xîzanê, ji aliyê dadgehê ve bi şertê kontrola edlî serbest hat berdan û qedexeya derketina derveyî welat hat dayîn.