Kontra li Kurdistanê wesayîtên sivîlan dişewitînin
Yekîneyên kontra yên ji polîsên tîmên taybet pêk tên li Kurdistanê wesayîtên sivîl dişewitînin.
Yekîneyên kontra yên ji polîsên tîmên taybet pêk tên li Kurdistanê wesayîtên sivîl dişewitînin.
Piştî li gelek herêmên Kurdistanê gel biryara xwerêveberiyan da, AKP’ya li Kurdistanê terorê dimeşîne, dema dîroka hilbijartinê zelal bû planên qirêj kir dewrê. Yekîneyên kontra yên ji tîmên taybet pêk tên wesayîtên sivîl dişewitînin û îdîa dikin ku HPG û hêzên xweparastinê dişewitînin.
Navenda Ragihandin û çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku ti eleqeya wan ji şewitandina van wesayîtan nîne û got, AKP ji bo tevgera azadiyê ya Kurd û gel bîne beramberî hev planên nû kiriye dewrê.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê da xuyakirin ku li pişt van şewitandinan yekîneyên kontra yên polîsên tevgera taybet ên AKP’ê hene.