Li Cizîrê di pevçûnên ku didomin de hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dan derket 3'yan. Welatiyê bi navê Eyup Ergenê hate hinbûn xebatkarê Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê ye di encama gulebaranê de jiyana xwe ji dest da.
Li Taxa Nûr a Cizîra Şirnexê pevçûn didomin. Polîsan, welatiyê bi navê Eyup Ergen ê bi wesayîta bi plaqaya 73 DV 743 a ve kete taxê ji gulebaran kirin. Ambulansa ku hate cihê bûyerê jî ji aliyê leşker û polîsan hate gulebarankirin û ji wer hate dûrxistin. Welatiyan bi derfetê xwe Ergen birin nexweşxaneyê. Hate hînbûn ku Ergen xebatkarê Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê ye.
Li aliyê din hate hinbûn ku jina ku navê wê nehat zanîn û li dijî leşker û polîsan nerazîbûn nîşan daye di encama gulebaranê de ji lingê xwe birîndar bûye. Li navçeya ku sekvan hatine bicihkirin de pevçûn didomin. Piştî ku li dijî Fermandariya Garnîzona Cizîrê çalakî pêk hat, di pevçûnên ku derket de zarokê 7 salî Baran Çagli û Mesut Sanri (28) yê polîsan nehîştin li nexweşxaneyê bên dermankirin jiyana xwe ji dest dan.