KJA: AKP, di polîtîkayên şer de zîhniyeta xwe ya tecawizkar nîşan dide

KJA, li hember îşkenceya cinsî ya polîsan li Edeneyê li Fîgen Şahîn kirin nerazîbûn nîşan da.

Kongreya Jina Azad (KJA), îşkenceyên cinsî yên AKP di çarçoveya polîtîkayên şer de li hember jinan pêk tîne protesto kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin: "Hikûmeta AKP’ê di operasyona qirkirina siyasî ya di çarçoveya şerê topyekûn pêk tîne, 23’ê Tebaxê li Taxa Daglioglû ya li navçeya Seyhan a Edeneyê di bin çavan de ku îşkenceya cinsî li hember Fîgen Şahîn pêk anî salên 1980’an bi bîr tîne.

'TÊKOŞÎNA JIN BÛ XEWNA XOF A AKP’Ê’

Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Aqlê zorba û mêtinkar ê zilam di pêvajoyên şer de destpêkê jinê û bedena jinê dike hedef. Di vê pêvajoyê de yekemîn êrîş û wêneyê wehşetê 10’ê Tebaxê li navçeya Gimgim a Mûşê di şexsê Kevser Elturk (Ekîn Wan) de pêk hat. Di dewama wê de hilbijartiyên xwedî li xwerêveberiyan derketin, bi taybet hevserokên jin ku hatin girtin û di bin navê ‘kontrola zirav’ de rastî lêgerîna tazî hatin, tenê yek ji helwesta bêperwa ya polîtîkaya şer a li ser bedena jin e.”

KJA got asta ku Têkoşîna Azadiya Jinê îro gihiştiyê, din av civakê de ku jiyana azadiyê dihûne bûye xewna xof a AKP’ê û got: “Îşkence cinsî ya di bin çavan de  li hember Fîgen Şahîn hat kirin careke din dijmintî û zîhniyeta tecawizkar a AKP’ê ya li hember jinê derxistiye holê.”

KJA îşkenceya li hember Şahîn şermezar kir û bang li tevayî jinan kir ku têkoşîna azadiyê pêş bixin.