Ji Geverê agahiyên zelal nayên wergirtin

Ji taxên Orman, Mezarlik û Kişla yên Geverê, ku rastî êrîşa polîs û leşkerên Tirk a bi çekên giran hat û derketina derve qedexe ye, agahiyên zelal bi dest nakevin. Xetên înternet û telefonê yên her sê taxan qut bûne.

Parlamenterê HDP'ê yê Colemêrgê Zeydan niha li navçeyê ye, lê belê ji ber ku xeta telefona wî jî gelek caran qut dibe, kêm agahî jê hat girtin.

Zeydan ji ajansa me re ragihand ku li gorî agahiyên gihaştine ber destê wî kesekî bi navê Fettah Es jiyana xwe ji dest daye û herî kêm 15 kes birîndar bûne.

Zeydan diyar kir ku der heqê windahiyan de agahiyên li hev nakin tên û got, "Di nava birîndaran de jî yên rewşa wan giran e jî hene. Lê belê em nikarin agahiyeke zelal der barê birîndaran de bigirin. Ji ber ku hêzên ewlekariyê nehiştin ambûlans bikevin taxan. gel hewl dide bi derfetên xwe birîndaran bibe cihên ewle û tedawî bikin. Niha pevçûn big iranî sekinîne."

QEYMEQAM BI SEROKÊN KONFEDERASYONAN RE NEAXIVÎ

Heyeta ji KESK, DÎSK, TMMOB, TTB û ÎHD xwest bikeve nava Geverê, lê destûr ji wan re nehat dayîn. Heyetê xwest bi Qeymeqamê re hevdîtinê bike, lê qeymeqam bi hinceta "qedexeya derketina derve" daxwaza hevdîtinê qebûl nekir.