PDK ji bo gundan bide valakirina zextê dike
PDK zextê li gelê li Herêmên Parastinê yên Medyayê dijîn dike, ku herêmê biterikînin.
PDK zextê li gelê li Herêmên Parastinê yên Medyayê dijîn dike, ku herêmê biterikînin.
PDK'ê ragihand ku balafirên şer ên Tirk wê êrîşên xwe zêde bike û zextê li gel dike ku Herêmên Parastinê yên Medyayê vala bike. PDK gefê li gel dixwe ku di demeke kurt de herêmê biterikîne.
HEVKARIYA MÎT-PDK
PDK'ê agahî da gundiyên li herêma Gareyê, ku dikarin rezê xwe biçinin û anîn ziman ku wan ji endamên MÎT'ê yên li Başûrê Kurdistanê dixebitin, destûr girtine. Hat ragihandin ku PDK'ê ji gundiyan re gotiye; heta gundî karê xwe yê berhevkirina tirî biqedîne wê dewleta Tirk êrîşî vê herêmê neke û diyar kiriye ku PDK'ê ji bo valakirina herêmê soz daye Tirkiykeyê.
ÊRÎŞÊN HEWAYÎ BI AGAHIYA PDK'Ê TÊN KIRIN
Beriya êrîşên hewayî yên 24'ê Tîrmehê, PDK'ê ji gelê li Herêmên Parastinê yên Medyayê dijî xwestibû, ku herêmê vala bike. Serokwezîrê Tirk Davûtoglû jî di daxuyaniyeke çapemeniyê re ragihandibû ku wan li ser êrîşên li hemberî Başûrê Kurdistanê agahî dane PDK'ê.