Zeydan: Ev der Gever e

Parlamenterê HDP'ê yê Colemêrgê Abdullah Zeydan got, "Ev der ne Şerîa Rojava yan jî Gazze ye, ev der Gever e" û wêneyên ji êrîşên dewleta Tirk weşand.

Parlamenterê HDP'ê yê Colemêrgê Abdullah Zeydan got, "Ev der ne Şerîa Rojava yan jî Gazze yên ji aliyê Îsraîlê ve hatine bombekirin e, ev der Gever e" û wêneyên ji êrîşên dewleta Tirk weşand.

Zeydan diyar kir ku polîs û leşkeran duh bi şev êrîşî navenda navçeyê û 3 taxan kirine û da xuyakirin tabûrê top avêtiye taxa Ormanê. Zeydan da zanîn ku polîs û leşker êrîşî gelê ji bo sekinandina êrîşan derdikevin derve dikin û anî ziman ku yek ji topên hatiye avêtin li mala Meleyê Taxê Îbrahîm Akdogan ketiye, Akdogan û zarokên wî birîndar bûne.

Zeydan ragihand ku ji bo rakirina Akdogan û zarokên wî ambûlans ketiye ser rê, lê ji aliyê polîsên tevgera taybet ve hatiye sekinandin. Zeydan got, "Polîs nahêle kese bikeve navenda Geverê yan jî jê derkeve. Lİ ser navçeyê ambargoyek heye ku nehatiye ragihandin."

Li dijî êrîşên hêzên dewleta Tirk, berxwedana gel jî dewam dike.