Sariyildiz: Li Cizîrê 4 kesan jiyana xwe ji dest da, hejmara birîndaran ne zelal e

Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz ê têkildarî rewşa li Cizîrê ji ANF’ê re axivî diyar kir ku gel ji bo leşker û polîs nekevin taxan xweparastinê dikin.

Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz ê têkildarî rewşa li Cizîrê ji ANF’ê re axivî diyar kir ku gel ji bo leşker û polîs nekevin taxan xweparastinê dikin.

Sariyildiz got ku leşker û polîs cih bi cih bi wesayîtên zirxî û çekan êrîşî gel dikin, hin birîndar jî ji ber fikara bên binçavkirin naxwazin biçin nexweşxaneyê.

Sariyildiz diyar kir ku berî niha bi saetekê li taxên Cizîrê geriyaye û got: “Gel bi temamî bi xendekên ku li taxan vekirine ji bo polîs û leşker nekevin taxan nobetê digirin.” Sariyildiz anî ziman ku wesayîtên zirxî nikarin bikevin taxan û ji dûr ve êrîşî gel dikin.”

Sariyildiz anî ziman ku niha li morgê ne.