Binçavkirina Îpek li Amedê hate protestokirin
Rêxistina Bajêr a DBP'ê ya Amedê binçavkirina Hevseroka Bajêr a DBP'ê Hafîze Îpek protesto kir û da zanîn ku gelê Kurd ji ber zaliman paş ve gav navêje.

Rêxistina Bajêr a DBP'ê ya Amedê, bi daxuyaniyeke çapemeniyê binçavkirina Hevseroka Bajêr a DBP'ê Hafîze Îpek protesto kir. Parlamenterên HDP'ê yên Amedê Çaglar Demîrel, Edîp Berk, Sîbel Yîğîtalp, Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak, aktîvîsten KJA'yê û endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê jî di nav de gelek welatî tevlî daxuyaniya li ber avahiya DBP'a bajêr bûn. Hevserokê Bajêr a DBP'ê ya Amedê Alî Şîmşek bal kişand ser konsepta şer a hikûmeta AKP'ê û wiha got: "Em ne xerîbê van êrîşan in. Me berê jî dîtine. Ger ev êrîş berdewam bikin em ê jî wekî berê bêjin 'Berxwedan jiyan e'"
Şîmşek diyar kir ku gelê Kurd ti carî ji ber zaliman dest ji têkoşîna xwe bernedaye û wiha berdewam kir: "Hevşaredar û rêveberên me yên partiyê ku hatine binçavkirin an jî girtin ji bo doza mafdar a vî gelî têdikoşin. Axaftin û çalakiyên wan rewa ne û hemû rêveberên me piştgiriya vê yekê dikin."
Parlamentera HDP'ê ya Amedê Çaglar Demîrel jî anî ziman ku girtina hilbijartiyan biryara hikûmeta AKP'ê û dewletê ye û wiha pêde çû: "Hevserok û hevşaredarên ku bi îradeya gel hatin hilbijartin, rêveberên partiyê û aktîvîstên jin hatin binçavkirin û girtin. Ti eleqa van bi hûqûqê nîne. Bi biryara dewleta qesrê ev kes yek bi yek hatin binçavkirin û girtin, îşkence li wan hate kirin, hatin sirgûnkirin. Behsa salên 90'î tê kirin lê ev pêvajo salên 90'î jî derbas dike. Lê hûn nikarin bi qetlîam, girtin û îşkenceyan vî gelî bitirsînin. Ev hemû hatin ceribandin û bi ser neketin."