Gelo Heftanîn ji bo operasyona li derveyî sînor weke herêma pîlot hatiye destnîşankirin?

Li dû êrîşên hewayî yên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê, AKP li dû êrîşa li derveyî sînor û provokasyonan e.

Li dû êrîşên hewayî yên di 24'ê Tîrmehê de destpê kirin, şerê rêkûpêk ên li gelek deverên Tirkiyeyê li dijî gel tê meşandin, di heman demê de lêgerînên AKP'ê yên ji bo derxistina provokasyonan li ser sînor, dewam dikin. Bûyerên di dema dawî de li herêma Heftanînê diqewimin, ku ji bo têkoşîna azadiyê weke qadeke stratejîk derket pêş, nîşan didin ku pêkane ev herêm ji bo êrîşeke nû ya ji bejahî ve weke herêmeke pîroz bê bikaranîn. Êrîşên li hemberî qada Şehîd Kendal a gerîla, ev 10 roj in bê navber dewam dikin. Xebatên keşfê, bicihkirina leşkeran ku bi rojane ev tevger dewam dike, nîşaneya vê yekê ye.

Gerîlayên HPG/YJA Starê bi berxwedaneke mezin bersiv dan van êrîşên li hemberî vê herêmê û di encama 8 êrîşên artêşa Tirk de 33 leşker hatin kuştin. Di nava vê dema bihurî de qad rastî topbarana bi obus û hawanan hat. Ji 17'ê Tebaxê û vir ve jî tevgera hewayî ya li herêmê bê navber dewam dike.

Qada Şehîd Kendal ji aliyê leşkerî ve xwedî taybetmendiyeke stratejîk e ku serweriya li ser Heftanînê hêsan dike.