Ji bo azadiya Ocalan li Swêdê çalakî hat lidarxistin
Kurdistaniyên li bajarê Swêd Orebroyê dijîn, bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalanli navenda bajêr belavok belav kirin û xwestin Ocalan bê berdan.

Çalakî li ser banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Orebroyê pêk hat. Di çalakiyê de pankartên ji nivîsên azadiya Ocalan, dowîz, alên KCK, PKK, PYD, YPG û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan.
Çalakgeran, der barê êrîşên hewayî yên AKP û dewleta Tirk ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê, girtin û binçavkirinên li Kurdistan û Tirkiyeyê de agahî dan raya giştî ya Swêdê.
Di çalakiyê de rayedarên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Orebroyê dan xuyakirin ku li heman meydanê wê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 2'ê Îlonê roja Çarşemê de stand bê vekirin û banga beşdariya çalakiyê kirin.