Jinên Suryanî yekemîn tabûra leşkerî ava kirin
Meclîsa Leşkerî ya Suryanî avakirina hêzên parastina jinên Suryanî bi navê “Jinên Beytnahrîn” îlan kir.
Meclîsa Leşkerî ya Suryanî avakirina hêzên parastina jinên Suryanî bi navê “Jinên Beytnahrîn” îlan kir.
Meclîsa Leşkerî ya Suryanî avakirina hêzên parastina jinên Suryanî bi navê “Jinên Beytnahrîn” îlan kir.
Meclîsa Leşkerî ya Suryaniyan yekem dewreya leşkerî ya jinên suryanî li Tirbespiyê bi merasîmekê bi dawî kir û yekem tabûra jinan a suryaniyan “Jinên Bêtnehrên” ragîhand. Jinên suryanî li Akademiya gundê Rota ya Tirbespiyê hatin perwerdekirin.
Hevseroka Kantona Cizîrê Hediya Yûsif, Cîgirê Serokê Parastinê yê Kantona Cizîrê Ebdilehed Gewriyê, Fermandariya YPJ’ê Zinarîn Kobanê û berdevkê Meclîsa Lşkerî ya Suryaniyan Kîno Girayîl her wiha bi hejmarek şervanên YPJ û Sotoro beşdarî merasîmê bûn.
Destpêkê merasîma leşkerî ya hêzên jinên Beytnahrîn hate destpêkirin, paşê Cîgirê Serokê Desteya Parastinê Ebdilehed Gewriyê bi zimanê Suryanî, her wiha endama fermandariya YPJ’ê Zinarîn Kobanê bi Kurdî û berdevkê Meclîsa Leşkerî ya Suryaniyan bi zimanê Erebî axivîn.
Di axaftinan de avakirina yekem tabûra jinan a suryaniyan hate pîrozkirin û hate gotin ev gaveke nû di dîroka jinên Suryanî û jinên Rojava de ye.
Di axaftinan de her wiha hate gotin ku parastina Rojava dikeve ser milê hemû pêkhateyên Rojava û hate destnîşankirin ku jinên Rojava hemû qeyd û bendên li ser jinan ku bi hezarên salan ji aliyê sîstemên desthilatdar ve hatine kirin, şikandin.
Di dawiya merasîmê de jinan soz dan ku wê wek jinên Beytnahrîn parastina hemû beşên civakê bikin.