Cenazeyên gerîlayên HPG’ê Ongun û Tutuk hatin defnkirin

Li Silopiya cenazeyên gerîlayên HPG’ê Mûsa Ongun (Kamûran Cûdî) û Gabar Tutuk (Botan Cûdî) yên 26'ê Tebaxê li Şirnexê jiyana xwe ji dest dan ji aliyê hezaran welatiyan ve hatin oxirkirin.

Li Silopiya cenazeyên gerîlayên HPG’ê Mûsa Ongun (Kamûran Cûdî) û Gabar Tutuk (Botan Cûdî) yên 26'ê Tebaxê li Şirnexê jiyana xwe ji dest dan ji aliyê hezaran welatiyan ve hatin oxirkirin.

Li navçeya Silopiya ya Şirnexê cenazeyên gerîlayên HPG'ê Mûsa Ongun (Kamûran Cûdî) û Gabar Tutuk (Botan Cûdî) yên 26'ê Tebaxê li Şirnexê jiyana xwe ji dest dan ji aliyê hezaran welatiyan ve hatin oxirkirin. Piştî 4 rojan cenazeyên gerîlayên HPG'ê Ongun û Tutuk ji aliyê malbatên wan û endamên MEYA-DER'ê ve li Şirnexê hatin wergirtin. Cenazeyên Ongun û Tutuk di ketina bajêr de ji aliyê sedan welatiyan ve hat pêşwazîkirin û anîn Mizgefta Mekkeyê ya li Taxa Kobanê. Li vir bi hezaran welatiyan cenazeyên her du gerîlayan bi dirûşma, "Şehîd namirin” pêşwazî kirin. Piştî li mizgeftê wecîbeyên olî hatin pêkanîn ciwanan cenazeyên her 2 gerîlayan hildan ser milê xwe û li gel Parlamenterên HDP'ê yên Şirnex Aycan İrmez û Faysal Sariyildiz, hevşaredarên Silopiya, hevserok û rêveberên HDP/DBP'ê yên bajarê Şirnex û nûnerên Saziyên Civaka Sivîl bi hezaran welatî ber bi Goristana Şehîdan a li Taxa Kobanê ve meşiyan. Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Fermandarê PKK'ê Mahsum Korkmaz (Egîd) û gerîlayên HPG'ê Ongun û Tutuk hatin hilgirtin. Di meşê de bê navber dirûşmên, "Şehîd namirin" , "Bê Serok jiyan nabe" , "Ey şehîd xwîna te li erdê namîne" û "Kujer

Erdogan" hatin berzkirin.

Piştî ku bi hezaran welatî gihiştin goristanê ji bo cangoriyên azadî û demokrasiyê deqeyek rêzgirtin pêk anîn û Hevserokê MEYA-DER'a Cizîrê Mele Qasim Yîgît sersaxî ji malbatan û hemû gelê Kurd re xwest.

Yîgît diyar kir azadî û aştiya gelên Rojhilata Navîn di destê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ye û axaftina xwe wiha berdewam kir; "Ji bo azadiya Rêber Apo ji her demê bêhtir hewceyî bi berxwedanê heye. Ji ber ku temînata azadî û aştiya Rojhilata Navîn tenê wê bi destê Rêber Apo pêk were."

Parlamenterê HDP'ê Faysal Sariyildiz di kesayeta gerîlayên HPG'ê Ongun û Tutuk de hemû cangoriyên Kurdistanê bi bîr anîn û wiha axivî; "Berxwedana li hember mêtingeriya sed salan îro bûye peywira zarokên gelê Kurd û em ji vê peywirê re amade ne. Gelê Kurd 40 sal in li ber xwe dide, şerê herî bi rûmet jî meşand berdêlên herî giran jî da. Îro ji bo ku aştiyek mayînde ya ji bo hemû gelan amade ye. Divê dagirker vê yekê baş fêm bikin. Ji ber ku gelê me hem ji bo aştiyê hem jî ji bo berxwedana azadiyê amade ye."

Sariyildiz anî ziman ku êdî gelê Kurd desthilatdariya ku li ser tê meşandin qebûl nake û wiha dirêjî da axaftina xwe; "Gelê me ji bo jiyanek bi rûmet amade ye lê hûn her roj zarokên me li çiyayan, li kolanan qetil bikin ev gel vê yekê qebûl nake. Em êdî dagirkeriya we ya li ser axa xwe qebûl nakin. Dayikên heftê salî heya zarokên heft salî li kolanan li ber xwe didin êdî ev gel zordariya we qebûl nake."

Sariyildiz herî dawî sersaxî ji malbatan re xwest û got ku ew bi şehîdbûna zarokên Kurd ser bilind in.

Bavê Tutuk, Saît Tutuk û bavê Ongun, Huznu Ongun jî gotin ku zarokên wan ne şehîdên malbatê ew şehîdên hemû gelê Kurd in."

Piştî axaftinan cenazeyên gerîlayên HPG'ê Ongun û Tutuk bi dirûşma, "Şehîd namirin" hatin definkirin.