Kontrolên rê yên gerîlayan zêde dibin
Li hemberî êrîşên bi armanca tinekirinê yên dewleta Tirk ji 24’ê Tîrmehê ve, di çarçoveya pêngava berxwedanê ya gerîlayên HPG û YJA Star dan destpêkirin, li gelek rêyên Kurdistanê kontrola gerîlayan didome.
Li hemberî êrîşên bi armanca tinekirinê yên dewleta Tirk ji 24’ê Tîrmehê ve, di çarçoveya pêngava berxwedanê ya gerîlayên HPG û YJA Star dan destpêkirin, li gelek rêyên Kurdistanê kontrola gerîlayan didome.
Li hemberî êrîşên bi armanca tinekirinê yên dewleta Tirk ji 24’ê Tîrmehê ve, di çarçoveya pêngava berxwedanê ya gerîlayên HPG û YJA Star dan destpêkirin, li gelek rêyên Kurdistanê kontrola gerîlayan didome. Gerîlayên gelek rêyên stratejîk kirine bin kontrola xwe, nasnameyan kontrol dikin. Her wiha der barê pêvajoyê de gel tê agahdarkirin.
Îro jî gerîlayên HPG û YJA Star li sêgoşeya Helena, Katona û Garê, rêya Colemêrg-Çelê, rêyên diçin qereqola Geliyê Doskî û Oremar en li ser rêya Gever, rêya Mergere-Ştazin, rêya Şemzînan-Bezelê, tevayî rêyên diçin girê Meskan a girêdayî Colemêrgê, rêya Licê-Pasûr ên Amedê, rêya Hênê, rêya Erzirom-Qaqizman, rêya Erzîngan-Dêrsim û rêyên Dêrsim-Pilûr di kontrola gerîlayan de ne.
ZAROK Û HEVSERA XWE LI PEY XWE HIŞT Û REVIYA
Duh êvarî saet 00.00’an çawîşê pispor Îlker Ekîncî dema gerîlayên li ser rêya Dêrsim û Erzînganê nêzî nuqteya asayîşê dibû dît, dest ji hevser û zaroka xwe berda û bi wesayîta xwe reviya. Piştî tekerê wesayîta wî teqiya û çawîşê pispor dest jê berda, gerîlayan di vê wesayîtê de lêkolîn kirin û dest danîn ser 2 kompîter û gelek belgeyan. Piştre gerîlayan agir berdan wesayîtê û malbata Ekîncî li pey xwe hişt bi wesayîteke sivîl paşde şandin.
GELEK WESAYÎTÊN LEŞKERÎ HATIN ÎMHAKIRIN
Di rêyan de gerîlayan liv û tevgerên leşkeran bi sînor kirine û gelek wesayîtên bi armanca leşkerî jî kar dikin îmha kirin. Di tevgera kontrola rê de hinek leşker, tîmên taybet û polîsên xwestine birevin jî bûne hedef û hatin kuştin.
HEREKETÊN HÊZÊN DEWLETÊ DI BEJAHIYÊ DE HER DIÇE ZÊDETIR TÊ ASTENGKIRIN
Ev parçeyek ji stratejiya gerîla ya hakîmiyeta li ser qadê ye û bi vê rêyê kontrol û zextên polîs û leşkeran ji milekî ve li ser Kurdistanê kêm dibe û di milên din de jî tevgerên wan ên bejahî tê asta tinebûnê.
Di vê hefteya dawî de kontrolên gerîla yên li ser rêyan weke îspata şikandina dagirkeriya dewletê ya li Kurdistanê tê pênasekirin.
Di nav vê hefteya bihurî de qadên kontrolên rêyan zêde bûne ev in:
Rêya di navbera Bêşebab û Qilaban ên Şirnexê, rêya Colemêrg-Çelê, rêya Pîre Şînê û Geliyê Marînos ên girêdayî Colemêrgê, rêya Gever- Oremar û Gever- Geliyê Doskî, rêya Mergêzerê - Şitaza û Mergêzerê – qereqola Oremar, rêyên di navbera gundê Dêrya yê girêdayî Şemzînan û Bezelê, rêya trenê ya ji Mûşê diçe Îranê, rêya di navbera Mûş û Pasûrê de, rêya di navbera Çewlik-Amedê de, rêya Îpekê ya di navbera Farqîna Amedê û Êlihê de, rêya Pasûr û Farqînê, rêya Licê-Pasûr ên Amedê, rêya Hênê, rêya di navbera Çewlik-Kanîreşê de, rêya di navbera Çewlik-Erziromê de, rêya Kemah a girêdayî Erzînganê , rêya diçe Bedlîs- qereqola Şêx Cûma, rêyeke di navbera Bedlîs-Xîzan, Xîzan û Tetwan de, rêya Ebex a Wanê û Bazid a Agirî, rêya Erzirom-Qaqizman, rêya Erzîngan-Dêrsim û rêyên Dêrsim-Pilûr.