Ji gerîlayan li Nazmiye çalakiyeke berfireh: 16 polîs hatin kuştin
Gerîlayan li Nazmiye li hember Midûriyeta Polîsan, Qeymeqamtî, Avahiya Hikûmetê, Lojmanên Polîsan, Tabûra Komando ya Navçeyê û îstasyoneke bazê çalakiyeke berfireh li dar xistin. Di çalakiyê de 16 polîs hatin kuştin.
ANF
NAVENDA NÛÇEYAN
yekşem, 30 gelawêjê 2015, 16:15
Gerîlayan 27’ê Tebaxê li navçeya Nazmiye ya Dêrsimê li hember Midûriyeta Polîsan, Qeymeqamtî, Avahiya Hikûmetê, Lojmanên Polîsan, Tabûra Komando ya Navçeyê û îstasyoneke bazê çalakiyeke berfireh li dar xistin. Di çalakiyê de 16 polîs hatin kuştin û 3 polîs jî birîndar bûn.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku hêzên gerîla 17’ê Tebaxê li hemberî hêzên emniyetê yên li navçeya Nazmiye ya Dêrsimê çalakiyeke berfireh pêk anîne. HPG’ê di daxuyaniya xwe de got, “Sibehê saet 06.00'an Midûriyeta Polîsan, Qeymeqamtî, Avahiya Hikûmetê, lojmanên polîsan, Tabûra Komando ya Navçeyê û îstasyoneke bazê hedef hatiye girtin.
Di çalakiya ji du baskan ve li hember midûriyeta polîsan pêk hat, ji wesayîtên zirxî 3 akrep, kobrayek, panzerek û Dag Geyîgî bi çekên B-7 ên roketavêj hedef hatine girtin. Ji van wesayîtan kobrayek, panzerek, akrebek bi temamî hatin îmhakirin, wesayîtên din jî hatine derbkirin û bêbandorkirin.
Her wiha wesayîtên sivîl ên li ber avahiya midûriyeta polîsan jî hedef hatine girtin. tîma tolhildanê ya Şehîd Gabar a baskê yekemîn, bi awayekî bi bandor li polîsên di avahiyê û baxçe de xistine. Hevalê me yê fermandarê tîmê çûye ser cenazeyê polîsan û çekek rakiriye. Bi bombeyên destan ku çeperên li avahiya emniyetê hedef hatine girtin, 5 polîs hatine kuştin. Di dema çalakiyê de fermandarê tîmê hevalê me Firat şehîd ketiye. Di dewama çalakiyê de 3 polîsên di avahiyê de hedef hatine girtin û hatine kuştin. Qata yekemîn a emniyetê bi roketên B-7 hedef hatiye girtin, li avahiya emniyetê bi temamî şewat derketiye. Polîsên li qatên din ên emniyetê jî hedef hatine girtin, lê mirî û birîndar nehatine zelalkirin.
Di berdewama daxuyaniya HPG’ê de ev agahî hatin dayin:
“Baskê duyemin Tîma Tolhildanê ya Şehîd Rojhat Maku, avahiya midûriyeta polîsan ji cihekî din ve hedef girt, bi zelalî 4 polîs kuştin. Hevala me Destan bi bombeyên destan çû ser mewziyeke MG-3 têde û tîmen taybet ê li vir bi cih bûne li gel mewziyê tine kir. Di van êrîşan de hevala Destan birîndar bû û bi êrîşeke fedayî bi qehremanî şehît ket. Gerîlayên me yên vî baskî bi çekên giran û ferdî li Avahiya Hikûmetê, Tabûra Komando ya Navçê û Lojmanên Polîsan xistin. 3 tîmên taybet ên li pêşiya Qeymeqamtiyê hatin hedef girtin yek mir, 2 jî birîndar bûn.
Hêzên me li hemberî îstasyona bazê çalakiyeke teqemeniyê pêk anîn û ev der îmha kirin.
Di çalakiya berfireh pêk hat de bi zelalî 16 polîs mirin, 3 jî birîndar bûn.”
2 GERÎLAYAN JIYANA XWE JI DEST DA
HPG’e diyar kir ku 2 gerîlayan jiyana xwe ji dest da û wiha got: “Di vê çalakiyê de hevalên me Firat û Destan roleke diyarker û serketî lîstine. Bi serketî encamgirtina vê çalakiyê de bi pêngavê lezgîn û ruhekî fedayî hevalên me Firat û Destan bûne mînakên mezin ên qehremantiyê.”
ÇALAKÎ JI BO BÎRANÎNA CÎHAN Û EKÎN WAN
HPG destnîşan kir ku artêşa Tirk mirî û birîndarên xwe bi helîkopterên Skorsky rakir û piştî çalakiyê ketin û derketina navçê qedexe kir. HPG got: “Helîkopteran derdora qada çalakiyê rasterast gulebaran kirin. Ev çalakî ji bo hevalên Ekîn Wan, Cîhan û di pêvajoya dawî de li hemberî êrîşên komkujiyê yên li ser gel û bi bîranina welatparêzên hatine qetilkirin hat pêkanîn.
HPG’e der barê çalakiyên din ên li Dêrsimê ev agahî da:
“Di 29’ê Tebaxê saet navbera 05.00- 09.00 li Geliyê Mûnzûrê artêşa TC keşfên zêde kirin. Heman rojê saet navbera 06.00- 07.00 de tevgereke zêde ya helîkopterên Kobrayê li ser gundên Petîk, Gafat û Bengî çêbû.
29’ê Tebaxê saet 17.00’an de artêşa TC rêya Erzîngan û Dêrsimê girt.
29’ê Tebaxê saet 00.00’an rêya Dêrsim- Erzînganê ji aliyê gêrilayan ve hat kontrolkirin û di vê demê de wesayîteke çawîşê pispor hate derbkirin. Erkdarê di wesayîtê de wesayît berda û reviya. 2 kompîter û gelek belgeyên di vir de hatin desteserkirin.
Ji 17’ê Tebaxê û vir ve rêyên Erzîngan-Dêrsim û Pulûr-Dêrsim di bin kontrola hêzên gerîla de ne.”
NASNAMEYA 2 GERÎLAYAN
HPG’ê agahiyên nasnameya gerîlayên jiyana xwe ji dest dane aşkera kir: