50 hezar kesî Babat ber bi rêwîtiya dawî ve oxir kir

Cenazeyê Yakup Babat ê li Geverê di êrîşa polîsan li dijî gelê ku nobeta xweparastinê digirt pêk hat de hate qetilkirin ji aliyê zêdetirî 50 hezar kesan ve hate definkirin.

Cenazeyê Yakup Babat ê li Geverê di êrîşa polîsan li dijî gelê ku nobeta xweparastinê digirt pêk hat de hate qetilkirin ji aliyê zêdetirî 50 hezar kesan ve hate definkirin. Geverî ji 7 salî heta 70 salî herikîn merasîma cenaze û navenda navçeyê valakirin.

Cenazeyê Yakup Babat ê li navçeya Geverê ya Colemêrgê de di êrîşa polîsan li dijî gelê ku nobeta xweparastinê digirt pêk hat de hate qetilkirin ji aliyê zêdetirî 50 hezar kesan ve hate definkirin. Cenazeyê Babat piştî otopsiya li Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê hate wergirtin ber bi navçeyê ve derxistin rê û pira Şakîtanê ji aliyê konvoya bi sedan wesayîtan pêk tê ve hate pêşwazîkirin. Piştî ku caneze ket navenda navçeyê li pira Abdullah Canan wesayîtên zirxî hatin bicihkirin li ser vê konvoya cenaze li ser Qada Azadiyê kete navenda navçeyê.

NAVÇE VALABÛ Û HERIKÎ ŞEHÎDGEHÊ

Li Qada Azadiyê cenaze ji aliyê girsiya ku parlamenter jî hene ve hate pêşwazîkirin û li ser Cadeya Cengîz Topel ve bi meşê anîn Mizgefta Taxa Ormanê. Ji taxên derdorê jî jin, zarok, ciwan, kal û pîr ji 7 salî heta 70 salî meşiyan, di meşê de hêzên xweparastinê jî posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên Fettah Es û Yakup Babat, alên PKK û KCK û YPG/YPJ'ê hilgirtin. Hevserok Fettah Es, Leyla Es posterê hevserê xwe hilgirt û li pêşiya girseyê meşiya.

Di meşê de bi dehhezaran hêrsa xwe ya li dijî hikûmeta AKP'ê û polîsan qîriyan û dirûşmên, "Qatil Erdogan, qatil polîs" "Bijî berxwedana Geverê" "Şehîd namirin" "PKK tolhildan" hatin berzikirin. Piştî wecîbeyên olî cenaze bi ala TEV-DEM'ê hate pêçandin û birin Şehîdgeha Ormanê. Piştî ku cenaze hate definkirin sirûda, "Çerxa Şoreşê " hate xwendin û rêz hate girtin.

Piştî ku cenaze hate definkirin Hevseroka KCD'ê Selma Irmak axivî û got ku ew bejna xwe li ber bîranîna şehîdên xwe ditewînin. Irmak got ku ew ê xwe bi rê ve bibin ji ber ku şehîdên wan ev mîrate ji wan re hiştine.

Irmak bang li Geveriyan kir û ev tişt anî ziman: "Şehîdên Geverê ev peyam dane wan. Divê Gever bi yek parçe rabe. Li ber xwe bide, kolanan tijî bikê."

Li ser navê malbatê jî apê Babat, Nusret Babat axivî û spasiyên ku li kesên beşdarî merasîmê bûn kir û wiha got: "Em ji bo vî xwedîlêderketina bêhempa mînetdar in. Ev şehîd yê me Gever û Kurdistanê ye.”