Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Ozdenk hat veşartin

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Tolga Ozdenk (Firat) bi merasîmeke girseyî hat veşartin.

Cenazayê gerîlayê HPG'ê Tolga Ozdenk (Firat) ê li navçeya Dêrsim Qisleyê di şerê navbera HPG'yî û tîmên taybet ên Tirk de roja 28'ê Tebaxê jiyana xwe ji dest da, ji aliyê bi sedan kesî ve hat veşartin. Malbatê duh êvarê cenazeyê Ozdenk ji Saziya Tipî ya Edlî ya Elezîzê wergirt û anî Mala Cem. Di merasîma li Mala Cem de tevî parlamenterên HDP'ê yên Dêrsimê Edîbe Şahîn û Alîcan Onlu gelek kes amade bûn.

Li dû bicihanîna wecîbeyên olî parlamenterê HDP'ê yê Dêrsimê Alîcan Onlu peyivî û got, "Mafê me li ser şehîdê me nîne. Mafê wî li ser me heye. Ji ber vê yekê divê em nebêjin hûn mafê xwe lê helal dikin. Divê em bêjin, bila ew mafê xwe li me helal bike."

Girseya gel dûre darbest hilgirt ser milan û li Goristana Asrî ya Dêrsimê li ber duayan cenazeyê Ozdenk veşart.