Li dijî tecrîd û komkujiyan meşa dirêj

Jinên Ciwanên Azad û Ciwanên Azad, ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şermezarkirina komkujiyên li hemberî gelê Kurd, meşeke dirêj lidar dixin.

Jinên Ciwanên Azad û Ciwanên Azad, ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şermezarkirina komkujiyên li hemberî gelê Kurd, meşeke dirêj lidar dixin. Meş wê li bajarê Elmanya Wûppertalê di 1'ê Îlonê saet di 09:00 de destpê bike. Jinên Ciwanên Azad û Ciwanên Azad bang li tevahiya ciwanên Kurd û ciwanên şoreşger sosyalîst ên li Ewropayê dijîn kirin, ku tevlî meşê bibin.

Jinên Ciwanên Azad û Ciwanên Azad, der barê polîtîkayên qetlîemkar ên AKP'ê de daxuyaniyeke nivîskî weşandin û ji bo meşa dirêj a 1'ê Îlonê banga tevlîbûnê kir.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku pêvajoyeke tê de neteweya demokratîk ava dibe, tê jiyîn û hat gotin, "Bi êrîşa li hemberî hişmendî, bawerî û nirxên gelê Kurd re hewl tê dayîn gelê Kurd ji têkoşîna azadiyê vegerînin. Bi tecrîda şidandî ya li ser Rêberê me re, êrîşên di dema dawî de rû didin, nikarin bên qebûl kirin. Weke fedaî û hevrêyên Rêbertiyê, em careke din dixwazin dubare bikin ku em ê vê rewşê qebûl nekin. Heta ku Rêberê me ji aliyê fîzîkî ve azad bibe, wê têkoşînê ma roj bi roj mezin bibe. Hebûna Rêberê me hebûna me, azadiya wî azadiya me ye. AKP û alîgirên wê yên ku hebûn û berxwedana me nikarin qebûl bikin, ji cenazeyên me jî ditirsin. Ji ber vê yekê bi awayekî bêexlaqî êrîşî cenazeyên me dikin û nîşan dane ku ne dikarin xwe li zindiyê me ne jî miriyê me rabigirin. Bi hêza ji Rêber û şehîdên xwe werdigirin, em ê ji bo heqîqetê têbikoş in. Pêşengên vê pêvajoyê ciwanên leheng ên Kurd, ku wê hesabê van hemûyan bipirsin, di pêvajoyeke bi vî rengî de wê hem ji aştiyê hem jî ji şer re pêşengiyê bikin. Wê hesabê Ekîn Wanan û şehîdên xwerêveberiya demokratîk bipirsin û divê bipirsin. Weke ciwanên Kurd ên li Ewropayê dijîn, divê em xwe weke kirdeyeke pêvajoyê amade bikin, di vê çarçoveyê de êrîşan pûç bikin û hesabê şehîdên xwe bipirsin. Li ser vê bingehê em berxwedana xweparastinê ya ciwanên li Kurdistanê silav dikin."

'EM Ê TECRÎDÊ BIŞIKÎNIN Û RÊBERÊ XWE AZAD BIKIN'

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku jin û xortên Kurd hem pêşengiyê ji aştiyê hem jî ji şer re dikin û hat gotin, "Ciwanên Kurd ên li Ewropayê dijîn, bi pêşengiya Jinên Ciwanên Azad, bi şiyara 'Li Rêbertiya xwe, welatê xwe, şehîdên xwe û çanda xwe xwedî derkeve' ji bo şikandina tecrîdê dimeşin. Bi armanca şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şermezarkirina komkujiyên li hemberî gelê Kurd, meşa me ya dirêj wê li bajarê Elmanya Wûppertalê saet di 09:00 de destpê bike û heta bajarê Dusseldorfê cihê Festîvala Çanda Kurd dewam bike. Meşa me wê bi şikandina tecrîda li ser Rêberê me re azadiyê bi serketinê re tacîdar bike. Em bang li tevahiya ciwanên Kurd û ciwanên şoreşger sosyalîst ên li Ewropayê dijîn dikin ku tevlî meşa me bibin."