Ciwanan li Hannoverê tecrîd şermezar kirin

Li Hannoverê, bi pêşengiya Ciwanen Azad li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û polîtîkayên şer ên AKP'ê, meşek hat lidarxistin.

Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li bajarê Elmanya Hannoverê hat şermezarkirin.

Meşa bi pêşengiya Ciwanên Azad Hannoverê hat lidarxistin, bi beşdariya 600 kesî li Stasyona Navendî ya Hannoverê bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir.

Di axaftinên li çalakiyê de, tecrîda li ser Ocalan û polîtîkayên şer ên AKP'ê hatin şermezarkirin. Meşa ku bê navber dirûşmên "Ji Rêber Apo re azadî, ji Kurdistanê re aştî", "Kujer Erdogan" lê hatin qîrîn, sê caran sekinî.

Di meşê de belavok hatin belavkirin û xwendin. Di axaftina li ser navê Ciwanên Azad de hat gotin, "Tecrîda li ser Rêbertiyê, tecrîda li ser aştiyê ye."

Hat ragihadin ku Erdogan û hikûmeta AKP dixwazin aştiyê bifetisînin, Ocalan ji gelê Kurd dûr bixîne û bi qetilkirina Kurdan re rûyê xwe ye rast nîşan daye.

Qiserkeran destnîşan kirin ku azadiya Kurdistanê û demokratîkbûyîna Tirkiyeyê ancax bi rakirina tecrîda li ser Ocalan û azadiya fîzîkî ya Ocalan dibe. Çalakî piştî axaftinan bi dawî bû.

...