Li 12 bajarên Swîsre bi awayekî hemwext tecrîd hat protestokirin
Li 12 bajarên Swîsre di çalakiyên hemwext de tecrîda li ser Ocalan hat şermezarkirin.
Li 12 bajarên Swîsre di çalakiyên hemwext de tecrîda li ser Ocalan hat şermezarkirin.
Li 1 bajarên Swîsre di çalakiyên hemwext de tecrîda li ser Ocalan hat şermezarkirin. Axaftvanan di çalakiyan de bal kişandin ser tecrîda li hember Ocalan û bang hat kirin ku pêwîst e civaka Ewropayê li hember tecrîda li ser rêberekî ku dixwaze aştiyê bîne Kurdistan û Rojhilata Navîn bertek nîşan bidin.
Polîtîkaya tecrîdê ya ji 27’ê Tebaxê ve li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin, di pêşengiya DEM-KURD de li 12 bajarên Swîsre bi çalakiyêm hemwext hat protestokirin. Di belavokên ku di çalakiyan de hatin belavkirin, têkildarî tecrîdê ku agahî hatin dayîn daxwaza azadiya Ocalan hat kirin.
BASEL
Kurdistaniyên li qada Basel Kaserne kom bûn, bi armanca balê bikişînın ser tecrîda li ser Ocalan daxuyaniyek dan. Di daxuyaniya bi zimanê Elmanî hat dayîn, hate gotin ku bi tecrîda Erdogan û AKP’ê pêk anîne di şexsê Ocalan de li hember pêşeroja gelên herêmê di nav polîtîkayekê de ne.
Piştî daxuyaniyê belavokên têkildarî tecrîda li ser Ocalan hatin belavkirin.
BÎEL
Gelek Kurdistaniyên li ber gara trenê ya navend a Bîel kom bûn, tecrîda li ser Ocalan şermezar kirin, bang li civaka Ewropayê kirin ku li hember tecrîda li ser Ocalan ê li Rojhilata Navîn û Kurdistanê aştiyê diparêze bertek nîşan bidin.
Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Bîel Hamza Menge di çalakiyê de axivî. Menge bal kişand ser polîtîkayên şer ên Erdogan û hikûmeta AKP’ê.
Menge diyar kir ku ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û polîtîkaya şer a Erdogan vala bê derxistin pêwîst e li qadan bin.
Di çalakiyê de belavokên têkildarî tecrîdê hatin belavkirin û li qada çalakiyê ji aliyê Heyva Sor a Kurdistanê ve bi armanca piştgiriya ji Rojava re kon hat vedan û alîkarî hat komkirin.
CENEVRE
Kurdistaniyan û dostên wan li pêşiya Neteweyên Yekbûyî ya Cenevreyê ji bo tecrîda li ser Ocalan rabe bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) kirin.
Di çalakiyê de ji bo balkişandinê belavokên bi Fransî yên têkildarî tecrîdê hatin belavkirin û bi zimanê Fransî dirûşmên, “Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statu” hate qîrkirin. Çalakî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
ST. GALLEN, CHUR, WÎNTERTHUR, LUZER, SOLOTHURN, BERN, LOZAN FRÎBOURG, AARAU
Dîsa li bajarên St. Gallen, Chur, Winterthur, Luzern, Solothurn, Aarau, Bern, Lozan, Fribourg ên Swîsreyê Kurdistanî derketin qadan, tecrîda li ser Ocalan şermezar kirin û bal kişandin ser şerê ku AKP’ê û Erdogan li hemberî Kurdan îlan kir.
Li van bajaran hem belavokên têkildarî tecrîdê hatin belavkirin hem jî azadiya Ocalan hate xwestin.