Gerîlayê HPG’ê Guneşsû ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxirkirin

Parlamenterê HDP'ê M. Emîn Adiyaman ê di merasîma cenazeyê Tuncer Guneşsu (Devrîm Dîgor) ê HPG'î de axivî got ku heke Erdogan bibe Nemrut gelê Kurd jî wê sekna xwe ya Îbrahîmî bidomîne.

Parlamenterê HDP'ê M. Emîn Adiyaman ê di merasîma cenazeyê Tuncer Guneşsu (Devrîm Dîgor) ê HPG'î de axivî got ku heke Erdogan bibe Nemrut gelê Kurd jî wê sekna xwe ya Îbrahîmî bidomîne.

Cenazeyê Tuncer Guneşsu (Devrîm Dîgor) ê HPG'î yê 26'ê Tebaxê li Şirnexê di êrîşa hewayî de jiyana xwe ji dest da, li gundê Şenol ê navçeya Têgor a Qersê bi beşdariya hezaran kesan ve hate definkirin. Cenaze di ketina gund de hate pêşwazîkirin û birin mala wî. Parlamenterê HDP'ê M.Emîn Adiyaman û hevşaredar jî beşdarî merasîmê bûn û cenaze ji malê ji aliyê girseyê ve birin mizgefta gund. Piştî wecîbeyên olî birin goristana gund. Piştî cenaze hate definkirin rêz hate girtin.

Parlamenter Adiyaman di merasîmê de axivî û diyar kir ku Guneşsu ne rêya zaliman rêya gelê xwe yê mazlûm hibijartiye û wiha got: "Zerarê nade malê ti kesan. Kesekî binçav nake. Zarokê kesekî nakuje. Şehîdên me bi felsefeya Rêber Apo, bi felsefeya azadî, biratî û aştiyê têdikoşin û şehîd dibin. Ji ber vê yekê jî şehîdên me li gorî ola Îslamê şehîdên rast in."

Adiyaman anî ziman ku heke Tayyîp Erdogan bibe Nemrut gelê Kurd jî wê sekna xwe ya Îbrahîmî bidomîne û ev tişt anî ziman. "Ev 100 sal in gelê Kurd li dijî pêkûtî û zordariyê serê xwe netewandiye û li dijî zilm û zordariyê serî rakiriye. Ji îro şûn ve jî em ê wisa bidomînin. Em dibêjin ku îro Tayyîp Erdogan çiqas Nemrut be, em ê jî sekna xwe ya Îbrahîmî bidomînin."

Piştî axaftinan gel derbasî konê sersaxiyê ya ji bo Guneşsu hate vedan bûn.