Gerîlayên HPG'ê li Rochefortê hatin bîranîn
Li bajarê Fransa Rochefortê, ji bo şervanên azadiyê yên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dane, merasîmeke bîranînê hat lidarxistin.

Welatparêzên li bajarê Fransa Rochefortê dijîn, gerîlayên HPG'ê yên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dane, bibîr anîn. Akîf Kendal (Ercan Tekîn) Binevş Denîz (Fevziye Tekîn), Endamê Konseya Leşkerî ya HPG'ê Onder Aslan (Şervan Varto), Rênas Andok, Cîhan Dûman (Heqî Şadî) ên beriya demeke nêz jiyana xwe ji dest dan û şervanê YPG'ê Mûhammed Işiklar (Berxwedan Varto) yê li Girê Spî jiyana xwe ji dest da, hatin bîranîn.
Di bîranînê de malbatên şehîdan axivîn. Ji malbatan Yakûp Tekîn got, "Şehîdên me rêya yekane ya têkoşîna azadiyê, rizgariya gelê Kurd e û heta ev têkoşîn bi ser bikeve, em soza xwe dubare dikin ku em ê di rêya şehîdan de bimeşin. Bila dost û dijmin her kes zanibe, ku ev têkoşîn wê di dawiya dawî de bi ser bikeve."
Merasîma bîranînê piştî xwendina mewlûdê, bi qîrîna dirûşmeya "Şehîd Namirin" bi dawî bû.