Cenazeyê gerîlaya YJA Starê Bor hat veşartin

Cenazeyê gerîlaya YJA Starê Aysel Bor (Evîndar Gelî) ya li Şirnexê di bomberdûmana artêşa Tirk de jiyana xwe ji dest da, li warê wê Geverê hat veşartin.

Cenazeyê gerîlaya YJA Starê Aysel Bor (Evîndar Gelî) ya li Şirnexê di bomberdûmana artêşa Tirk a piştî şer de jiyana xwe ji dest da, piştî otopsiya li Şirnexê, anîn warê wê navçeya Colemêrg Geverê. Cenaze li ser pira Şakitan a 20 kîlometre dûrî navçeyê hat pêşwazîkirin. Li ser rêya Cengîz Topel bi hezaran kes li benda cenaze bûn. Girseya gel, ku di nav de Parlamenterên HDP'ê yên Şirnexê Selma Irmak û Abdullah Zeydan, malbata Yakûp Babat û Fettah Es ên ji aliyê polîsan ve hatin qetilkirin û hevşaredar jî hebûn, cenaze anî Mizgefta H.M. Şerîf. Bi hezaran kesên beşdarî merasîmê bûn dirûşmên "PKK, tolhildan", "Ey şehîd xwîna te li erdê namîne", "Hevrê Aysel namire" û "Bijî berxwedana Geverê" qîriyan, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gerîlaya YJA Starê Bor, posterên Es û Babat ên ji aliyê polîsan ve hatin qetilkirin û alên PKK û KCK'ê hildan.

Bi tevlîbûna şêniyên taxan re hejmara mirovên tevlî merasîmê bûn gihaşt dehan hezarî. Piştî wecîbeyên olî yên li mizgeftê, jinan darbesta Bor hilgirtin ser milan û anîn Şehîdgeha Ormanê. Piştî ku cenaze hat veşartin, li ber xwendina sirûda "Çerxa Şoreşê" deqeyek ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê, rêz hat girtin. Jinan sêniya hinê danîn ser gora Bor û rondik barandin.

Hevseroka KCD'ê û Parlamentera Colemêrgê Selma Irmak li merasîma cenaze peyivî û got, "Em li pêşberî bîranîna şehîdên xwe bi rêzdarî bejna xwe ditewînin. Şehîdên me şehîdên jiyan û dîroka nû ne. Şoreşa Kurdistanê ya jinan e. Barê herî giran li ser milê jinan e. Jinên leheng govenda şoreşê gerandin û şehîd ketin. Evîndarek şehîd ket, lê bi hezaran Evîndar wê derkevin holê. Çeka wan wê ti carî li erdê nemîne."

Li ser navê malbatê Apê Bor Hasan Bor axivî û got, "Li pêşberî rûmeta Kurdistanê ez bejna xwe bi rêzdarî ditewînim. Heval Evîndar ev 12 sal bûn li çiyayên me têdikoşiya. Ji bo gelê Kurd bi lehengî şer dikir. Em soz didin ku em ê doz û têkoşîna wê bidomînin. Daxwaza me ya herî mezin ji nû ve destpêkirina pêvajoya aştî û çareseriyê ye. Em naxwazin ne gerîla ne jî leşker bimirin."

Piştî axaftinan girseya gel derbasî konê sersaxiyê yê ji bo Yakûp Babat hatibû vedan bû.