Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Bal hat defnkirin
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Gultekîn Bal (Raman Soro) ê 27’ê Tebaxê li çoltera Licê ya Amedê jiyana xwe ji dest dabû, li gundê Kanîkê yê girêdayî Êlihê ber bi rêwîiya dawî ve hat oxirkirin.
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Gultekîn Bal (Raman Soro) ê 27’ê Tebaxê li çoltera Licê ya Amedê jiyana xwe ji dest dabû, li gundê Kanîkê yê girêdayî Êlihê ber bi rêwîiya dawî ve hat oxirkirin.
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Gultekîn Bal (Raman Soro) ê 27’ê Tebaxê li çoltera Licê ya Amedê jiyana xwe ji dest dabû, li gundê Kanîkê yê girêdayî Êlihê ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxirkirin.
Cenazeyê ji Amedê hat wergirtin, di ketina Êlihê de ji aliyê konvoyeke ji sedan wesayîtan hat pêşwazîkirin û anîn gund. Piştî wecîbeyên olî yên li mizgefta gund cenazeyê gerîlayê HPG’ê bi dirûşman anîn goristana gund û hat defnkirin. Hevberdevkê MEYA-DER Şukru Baytar ê piştî rêzgirtinê axivî anî ziman ku gerîlayê HPG’ê Bal ji bo azadiya Kurdistanê canê xwe feda kiriye.
Abdulselîm Bal ê bavê gerîlayê HPG’ê Bal jî got: "Di nav civaka kurê min têde berjewendî tinebû. Li ku derê tiştekî baş hebûya li derdora kurê min bû. Kurê min oldar bû. Ez bawer im têkoşîna kurê min wê gelên mazlûm kêfxweş bike. Wê zalim bi xwîna xwe de bifetisin. Heta ev ciwan hebin, ne Amerîka ne jî Tirkiye nikarin pişta me li erdê bidin. Tenê em li pey sifreya bazirgan Erdogan neçin.”
Piştî axaftinan girse derbasî cihê taziyeyê yê li gund hatiye danîn bû.