Li Başûrê Kurdistanê ji çar partiyan boykot
Bi armanca çareserkirina pirsgirêka serokatiya rêveberiya herêmî ya Başûrê Kurdistanê îro li Hewlêrê civîn tê lidarxistin. 4 partiyan ragihandin ku ew ê tevlî civînê nebin.
Bi armanca çareserkirina pirsgirêka serokatiya rêveberiya herêmî ya Başûrê Kurdistanê îro li Hewlêrê civîn tê lidarxistin. 4 partiyan ragihandin ku ew ê tevlî civînê nebin.
Ji bo çareserkirina pirsgirêka serokatiya Mesûd Barzanî, partiyên siyasî îro ji bo cara şeşan li Hewlêrê dicivin. Tevî 5 partiyên hikûmetê, tê payîn ku partiyên din û nûnerên hindikahiyan ên li parlamentê beşdarî civînê bibin. Lê belê 4 partiyên siyasî ragihandin ku ew ê tevlî civînê nebin. Tevgera Îslamî, Arasteyî Sêyem, Partiya Sosyalîst û Partiya Komunîst diyar kirin ku nûnerên wan tevlî civînê nabin.
Ji berdevkên Partiya Komunîst Baba Elî Cebar der barê sedema tevlînebûna li civînê de ji ANF'ê re axivî û got, "Weke partiyeke îdeolojîk a ku civak û sîstemeke demokratîk diparêze, em di wê baweriyê de ne ku ev civînên tên kirin ji bo serdestiya partiyane û ji ber ku di wê baweriyê de ne; siyaset di navbera hin partiyan de hatiye parvekirin û ji van civînan encameke erênî dernakeve, wan biryar girtine tevlî civînê nebin."
Cebar ragihand ku bendewariya wan ji hemû partiyên tevlî civîna îro dibin ew e ku pirsgirêka serokatiyê bi berpirsyariyeke neteweyî binirxînin û destnîşan kir, ku li gorî wan sîstema herî baş ji bo Kurdistanê sîstema parlamenter a demokratîk e. Cebar got, "Em hêvîdar in di civîna îro de wê pirsgirêka serokatiya herêmê li ser bingeha berjewendiyên neteweyî bê çareserkirin. Me di kongreya xwe ya 5. a sala 2012'an de diyar kiribûn ku em ji bo herêmê sîstema parlamenteriyê ya demokratîk rast dibînin. Niha di rewşa heyî de li herêma federal a Kurdistanê pirsgirêka sîstemê tê nîqaşkirin. Em dixwazin sîstema parlamenteriyê ya demokratîk esas were girtin. Bêguman ji bo çareseriya mayînde ya pirsgirêkê divê hemû partî li ser bingeha neteweyî pirsgirêkê binirxînin. Girîng e lihevkirina navbera partiyan li dora berjewendiyên neteweyî de be."
Der barê rewşa Mesûd Barzanî de ku dema wî ya wezîfeyê di 20'ê Tebaxê de bi dawî bûbû, 5 partiyên hikûmetê heta niha li Hewlêr û Silêmaniyeyê 5 civîn lidar xistine, lê belê negihaştine ti encamê. Civîna 6. îro li Hewlêrê tê lidarxistin û tevî partiyên hikûmetê, tê payîn ku nûnerên hindikahiyên Tirkmen û Xiristiyan jî beşdar bibin û encamek bê bidestxistin.