Emîrekî çeteyan û 2 çete hatin kuştin
Di bersiva hêzên YPG'ê ya li dijî êrîşa çeteyên El Nûsra ya bi hawanan a li hemberî gundên Dêwa û Derbelût ên Cindîresê de, emîrekî çeteyan ê bi navê Ehmed El Hayik û 2 çete hatin kuştin.
Di bersiva hêzên YPG'ê ya li dijî êrîşa çeteyên El Nûsra ya bi hawanan a li hemberî gundên Dêwa û Derbelût ên Cindîresê de, emîrekî çeteyan ê bi navê Ehmed El Hayik û 2 çete hatin kuştin.
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê diyar kir ku di 28'ê Tebaxê saet di 18:30 de çeteyên El Nûsra êrîşî gundên Dêwa û Dêrbelût ên ser bi navçeya Efrîn Cindîresê kirine. YPG'ê ragihand ku di êrîşa bi topên hawanê de keyayê gundê Dêrbelûtê Mihemed Hisên birîndar bûye û hin malên gel zerar dîtine.
Di daxuyaniya YPG'ê de hat gotin, "Hêzên me yên ku nuqteyên çeteyan ên êrîş pêk anîn tespît kirin, bi çekên giran bersiv dan êrîşê. Di vê êrîşê de emîrekî çeteyan ê bi navê Ehmed El Hayik ê ji gundê Kefe Zitey ê Îdlîbê, ajokar û parêzvanê wî bi giştî 3 çete hatin kuştin, zêdeyî 10 çete jî birîndar bûn."